Endamekî şaneya "Beatles" a DAIŞ li Amerîkayê tê dadgehkirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro çeteyekî DAIŞ'ê ku yek ji giropeke bi navê "Beatles" ku li Iraq û Sûriyê esîrên Amerîkî ser jê kirine, tê dadgehkirin.                  

Endamekî şaneya "Beatles" a DAIŞ li Amerîkayê tê dadgehkirin
29 adar, 2022   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şafîî El-Şêx (33) li pêşberî dadgeheke federal li bajarê Alexandria, Virginia li nêzî Washington bi tawana kuştina rehînan, tê dadgehkirin.

Li gorî El-Erebiye, lîsteya tawanên li dijî El-Şêx ku welatiyekî Brîtanî ye, cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Lê dozgerên Amerîkî ji rayedarên Brîtanya re gotin, ew naxwazin zecayê darvekirinê derheqê El-Şêx û hevalê wî Alexandra Koti de pêk bînin.

El-Şêx endamê şaneya 4 kesî ya şeteyên DAIŞ`ê ye ku dîmenê kuştina du rojnamevanên amerîkî James Foley û Stephen Sotloff û du xebatkarên belavkirina alîkariyê, Kayla Mueller û Peter Kassig belav kirine ye, wî dîmenî di nava raya navneteweyî bal kişand.

Artêşa Amerîkî her du endamên şaneya 4 kesî El-Şêx û Alexandra Koti li Iraqê girtin û ji bo dadgehkirinê veguhastin Amerîkayê.

Alexandra Koti di Îlona 2021'an de kuştina Jemess Foley, Sotloff, Mueller û Kassig itîraf kir. Tê payîn ku di meha bê de were dadgehkirin.

(dx)