Encama Pêşbirka Helbesta Kurdî ya 2022`yan hat eşkerekirin

HRRK`ê bi civîneke çapemeniyê ecamna Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2022`yan ragihand. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku îsal 33 kes ji seranserî Rojava tev li pêşbirkê bûne.

Encama Pêşbirka Helbesta Kurdî ya 2022`yan hat eşkerekirin
29 adar, 2022   10:36
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi civîneke çapemeniyê navê her 3 helbestvanên ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2022`yan de bi serketine, eşkere kir. Di civîna çapemeniyê de endamê HRRK`ê tevî Komîteya Nirxandina Helbestan Lema Elî, Ednan Hesen, Stêr Çelo, Kemal Necim û Ehmedê Huseynî amade bûn.

Civîn li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê li dar ket. Endamê Komîteya Nirxandinê Stêrê Çelo daxuyanî xwend.

Stêr Çelo diyar kir ku di 1`ê Çileya 2022`yan de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê ya Brîtanyayê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), cara duyemîn e ku Pêşbirka Helbesta Kurdî ya 2022`yan li dar dikeve.

`33 CIWAN TEV LI PÊŞBIRKÊ BIBÛN`

Di daxuyaniyê de Stêr Çelo hurgiliyên pêşbirka îsal eşkere kir û got: “33 ciwanan bi rêya helbestan xewn, êş, koçberî, qêrîna dayîkan û hestên kurdewarî rave kirin.”

Stêr Çelo encamnameya pêşbirkê ragihand û got: “Helbesta asta yekem bi sernavê `Ger em vegeriyana` ya Aras Hiso ye. Helbesta duyemîn `Gava ez mirim` ya Xalîse Hesen e. Helbesta sêyemîn `Êvara bê te` ya Hêlîn Ebdulqadir e.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em serkeftin û berdewamiya afirandin, dahênan, gera li asoyên nû û teze û roj li pey rojê gurkirina hestên derbirîna Kurmancî û zeftkirina alavên rasteqîne yên xeyala Kurdî  ji hemû beşdaran re dixwazin, bi hêviya ku hemû aliyên peywendîdar li ciwanên Kurd xwedî derkevin û hewldanên wan ên nivîsandinê binirxînin û piştgiriya wan bikin.”

(sb)

ANHA