Komîteya Şilêr a Zarokan bi boneya 4'ê Nîsanê dest bi hemleyeke paqijiyê kir

Komîteya Şilêr a Zarokan bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, hemleyek paqijkirina taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo da destpêkirin û çalakiyên xwe yên ji bo 4'ê Nîsanê eşkere kir.

Komîteya Şilêr a Zarokan bi boneya 4'ê Nîsanê dest bi hemleyeke paqijiyê kir
29 adar, 2022   12:07
QAMIŞLO

Bi boneya nêzîkbûna 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Komîteya Şilêr a Zarokan tevî zarokên komîna şehîd Xebat a li taxa Hilêliyê îro dest bi hemleya paqijkirina baxçeya rêber Ocalan li taxa Hilêliyê kir, ji bo ku çanda paqijiyê di nava civakê de xurtir bibe.

Zarok li baxçeyê kom bûn û Komîteya Şilêr lepik û maske li ser wan belav kirin û dest bi hemleya xwe kirin.             

Têkildarî Mijarê, rêvebereke Komîteya Şilêr a Zarokan Cûlya Xilo axivî û 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Cûlya Xilo çalakiyên din ên bi boneya 4'ê Nîsanê eşkere kir û wiha bi dawî kir: "Em ê di rojên pêş de li ser asta herêma Cizîrê dest bi hemleya çandina daran bikin."

(dx)

ANHA