​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê zêdetirî 9 mal hilweşandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaniya Hespê yê Serêkaniyê 9 malên şêniyan hilweşandin. Her wiha çeteyan bi hinceta ku dê qadên perwerdeya leşkerî lê çêkin, baxçeyên gund jî xirab kirin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê zêdetirî 9 mal hilweşandin
25 adar, 2022   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 22’yê Adarê li gundê Kaniya Hespê (Ên Îsan) yê Serêkaniyê ya dagirkirî, 9 malên şêniyan hilweşandine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êriş û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarên dagirkirî berfireh bûne û hate gotin: “Di 22’yê Adarê de, hin komên çete yên bi navê ‘Hemzat’ ên bi ser Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ve û bi taybet bi hatina cejna Newrozê re, 9 malên welatiyên gundê Kaniya Hespê (Ên Îsan) ê Serêkaniyê hilweşandin. Her wiha hemû baxçeyên gund bi temamî xera kirin, bi hinceta ku wê bikin qadên serbazî û yên perwerdeya leşkerî.”

Komîteyê diyar kir ku ev sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Serêkaniyê û gundewarên wê, kîn û nefreta wan a li hember gelên herêmê yên ku dagirkeriyê napejîrînin û bi taybet jî gelê Kurd, nîşan dide.

Komîteyê her wiha diyar kir: “Em wek Komîteya Koçberên Serêkaniyê van kiryarên dermirovî yên li hemberî niştecihên resen ên ku mal û gundên wan xerab dikin û bîranînên wan ji holê radikin, bi helwesteke tund şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkên xwe yên mirovî rabe û komên çekdar ên ku fermana xwe ji dewleta Tirk digirin, bên cezakirin û dawî li dagirkirina bajarê me bînin.”

Her wiha komîteyê destnîşan kir ku heta bidawîbûna dagirkeriyê û vegera gel li bajarê Serêkaniyê. dê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî aşkera bikin.

Li gorî daxuyaniyê malên ku hatine hilweşandin, ên wan kesan in: Elî Mustefa Hemo Kor, Mezlûm Elî Mustefa Hemo Kor, Doxan Elî Mustefa Hemo Kor, Ehmed Mihemed Hemo Kor, Elî Mihemed Hemo Kor, Ebid El-Qadir Mihemed Hemo Kor, Mehmûd Mihemed Hemo Kor, Ednan Mihemed Hemo Kor, Ezîz Mihemed Hemo Kor, Ezîz Mustefa Hemo Kor, Ferhad Ezîz Mustefa Hemo Kor, Elî Ezîz Mustefa Hemo Kor.