​​​​​​​Li Garê pîrozbahiya Newrozê ya gerîla

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Garê ya Behdînanê Newroz pîroz kir.

​​​​​​​Li Garê pîrozbahiya Newrozê ya gerîla
24 adar, 2022   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Garê ya Behdînanê gerîlayên HPG û YJA Starê bi pîrozbahiyeke bicoş Newroz pîroz kir. Fermandarên HPG û YJA Starê Xelat Şemsê, Dîlan Hogir û Şevger Hîmo di pîrozbahiyê de diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe geş bikin.

Ji fermandarên YJA Starê Xelat Şemsê got: "Em silavên xwe ji çiyayên Kurdistanê heta Îmraliyê dişînin û Newroza partiya me ya sala 50'yî bi dilekî pir germ di serî de li rêber Apo pîroz dikin. Her wiha hevalên me ku niha li girtîgehan bi berxwedana ku li hember faşîzmê nîşan didin, yên ku tu keleman nas nakin, em vê cejnê li wan jî pîroz dikin."

Xelat Şemsê Newroz li dayikên şehîdan jî pîroz kir û wiha axivî: "Em vê Newrozê li dayikên gerîla û li hemû hevalên me yên ku niha di çeperan de li ber xwe didin pîroz dikin. Di şexsê Mazlûm Dogan de, di şexsê Zekiye Alkanan de, Sema Yuceyan de, Bêrîvan û Rehşanan de, em hemû şehîdên tekoşînê bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin û vê cejnê li wan jî pîroz dikin. Bêguman yên ku ev roj ronî kirin û berxwedaniyek bêhempa dan meşandin, xeta Mazlûman e, xeta Kemalan e, xeta Zekiyeyan e. Em minetdarê wan hevalan in, ji ber yên ku ev Newroz bi wate kirin û gihandin lûtkeyê herî jorê, ronahiya van hevalan bû, bi agirê bedena xwe ji tarîbûnê ronahî ava kirin. Sîstema dagirker sîstema desthilat  ji bo xwe qebûl kiribû, hewil dida ku bi zîhniyeta desthilatê jî bikaribe gelan binbixe û azadiya wan ji dest bigre. Lê belê yên ku bertekên pir dijwar dan nîşandan û ev sîstem red kirin, ew rihê Mazlûman û Zekiyan bû. Tu car tarîbûnek wisa qebûl nekiribûn, yan wê jiyanek bi berxwedanî û bi wate hebe yan jî wê bi ti rengan jiyan neyê kirin.

Ev jî di bin felsefa rêber Apo de bi destpêkirinek nû di Kurdistanê de bi paradîgma nû de gelê Kurd xwe bi rêxistin bike û bi rêva bibe. Yên ku herî zêde di roja îro de vê paradîgmê de di xeta jina azad de jiyan daye avakirin, rêber Apo ye.

Îro hebûn û jiyaneke nû hatî avakirin. Li ser vî esasî yê ku niha pêşengtiya vê berxwedanê dike zîndana îmraliyê ye, bi her awayî fedekariya wê daniye holê, ev jî bûye baweriya hemû gelên bindest. Carekê din em dibêjin heger jiyan hebe wê di rastiya vê paradîgmayê de be. Heger jiyanek xweş û wekhev hebe em ê bikaribin di bin rastiya felsefa Rêber Apo de bidin meşandin. Em bi vê bawerin ku sala 2022’yan em ê bixin sala azadiya Serokatiyê, em ê bixin sala azadkirina Kurdistanê."

Ji fermandarên HPG’ê Şevger Hîmo jî bi wesîla Newrozê wiha axivî: "Di serî de em Newroza 2022’yan li rêber Apo û tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikin, hevalên me yên niha di çeperan de jî pîroz dikin. Soza me wê ew be ku em ê sala 2023’an bi rêber Apo re pîroz bikin. Weke gerîlayên HPG jî heta ku em dagirkeriyê hilneweşînin û gelê xwe rizgar nekin em ê rehet nejîn. Ji bo wê em ê tekoşîna xwe xurt bikin, ji ber em deyndarê rêber Apo ne. Di serî de hedefa me ya yekem fîzîkî rizgarkirina Rêbertî ye. Newroza 2022'an me bi moraleke geş bilind pîroz kir û soza xwe me nû kir. Bi êrîşên dijmin ku xwest herêma gerîla dagir bike ra, rastî berxwedaniyeke bêhempa hat. Ev berxwedanî di şexsê şehîd Şoreş Beytûşebab de, Zendûra, Mamreşo, Tepê Sor û Werxelê de jî zêdetir bilind bû. Ev bû mesajeke ji bû dijmin ku wê tu carî nikaribe gerîla tune bike, neviyên Dehaqan roja îro di şexsê AKP , MHP'ê de xwe dide der, lê Kawayê hesinkar li çiyayê Garê agirê Newrozê geş kirin.

Di şexsê Dehaqê îro de xwastin dîsa êrîşê Garê bikin, û desthilatdariya Dehaq de dewam bikin, lê neviyên Hesinkar şopdarê Kawayê hemdeman ango Mazlûm Dogan, di şexsê Kawayên sedsala 21'an de di pêşengtiya Şoreş Beytûşebab de berxwedan, mesajî û bersiveke tund ji bo dijmin hate dayîn. Ev bû bersiveke ku hûn nikarin roja me tarî bikin, wê agirê Newrozê li ser çiyayên Kurdistanê her geş bibe. ew agir bibe hêviya gelan, ji bo hilweşandina dagirkerî. Ji bo wê em careke din di şexsê Serokatî de hemû kesên azadîxwaz pîroz dikin. Em gerîlayên Kurdistanê soza xwe nû dikin, em dibêjin tu carî em ê nesekinin, li ser van çiyan li ber xw ebidin û tekoşînê geş bikin."

Fermandara YJA Starê Dîlan Hogir jî wiha axivî: "Em di serî de cejna Newrozê meşa 50 salî ya Serok Apo pîroz dikin, di şexsê Mazlûm Dogan de em hemû hevalên ku di berxwedaniya zindanan de de hatî xurtkirin pîroz dikin. Hemû gelên me yên ku niha li qadan agirê Newrozê pêxistine jî pîroz dikin, bi meşa azadiyê re hebûna xwe didin diyar kirin. Hemû gelê me yên welatparêz pîroz dikin. Newroz dijî Dehaqê zalimkar hatî li darxistin, ev jî bo sembola serkeftinê û ya azadiyê. Weke vê rojê jî li hemû qadên azadiyê agirê Newrozê hate pêxistin. Bi taybet qadên çiya ev agir daha bilind bû, tekoşîna îro berdewamiya cejna newrozê ye. Em jî bi vê wesîleyê hemû dildarên azadiyê pîroz dikin.”