Serdana El-Esed ji bo Îmaratê… girîngî û nîşaneyên wê

Di du rojên borî de serdana Beşar El-Esed a Îmaratê ketibû rojeva dezgehên ragihandinê. Ev serdan piştî demeke dirêj a qutbûna têkiliyan di navbera Şam û Ebû Zebî de pêk hat. Lê xuyaye DYA ji vê serdanê nerazî ye. Gelo girîngiya vê serdanê çi ye? Têkiliya wê bi tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê çi ye? Gelo Washington bi rastî ji vê serdanê ne razî ye?

Serdana El-Esed ji bo Îmaratê… girîngî û nîşaneyên wê
20 adar, 2022   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHIYA EL-HEBÎB

Berî du rojan Beşar El-Esed serdana Îmaratê kir. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, ev serdana yekemîn e ku Beşar El-Esed serdana dewleteke ereb dike. Ev serdan di çarçoveya vegera hêdî ya têkiliyan navbera Şam û dewleta hevalbenda DYA`yê de û destek da daxwazên opozîsyonê di hilweşandina rejîma El-Esed kir, pêk hat.

Li gorî ajansa Wam a Îmaratê, Welîehdê Ebû Zebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan pêşwaziya serokê Sûriyê Beşar El-Esed kir da ku "têkiliyên biratî" di navbera her du dewletan de û "aştiya" li herêmê nîqaş bikin.

Ajansê diyar kir ku Şêx Mihemed hêvî kir ku ev serdan bibe destpêka xêr, aştî û aramiyê ji Sûriyê û tevahî herêmê re. " Her wiha got, El-Esed geşedanên li Sûriyê bi welîehdê Ebû Zebî re parve kirin.

Ajansê ragihand ku her du aliyan teqezî li ser girîngiya parastina yekitiya xaka Sûriyê û vekişandina hêzên biyanî kir ku li Sûriyê ne di nav de Rûsya, Îran, Tirkiyê û DYA`yê hene.

Her wiha El-Esed di serdanê de bi serdarê Dubai şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm re civiya.  

Piştî qutbûna têkiliyên dîplomasî ji 2012'an ve, Îmarat di Kanûna 2018`an de balyozxaneya xwe li Şamê careke din vekir.

Di serdana yekemîn a berpirsekî payebilind ê îmaratî de, Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayid Al Niheyan di dawiya 2021`an de serdana Şamê kir û bi El-Esed re civiya.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di sala 2011`an de Komkara Ereban endamtiya Sûriyê di komarê de taloq kir. Her wiha gelek dewletan, di nav de Îmaratê têkiliya xwe bi Şamê re qut kirin. Lê têkiliyên dewletên din mîna Misir û Urdunê bi Şamê re sînordar man.

Ji par ve gelek axaftin li ser normalîzekirina têkiliyên Şam û dewletên Ereban têne kirin û gelek nîşaneyên wê derketin, yên sereke pêwendiya bi telefonê ya di navber El-Esed û qiralê Urdunê Abdullah de. Dibe ku ev pêşketin encama hewldanên Rûsyayê ne ku têkiliyên hikumeta Şamê bi dewletên erebî re vegerîne. Beriya van gavan, Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin û wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çend caran serdana dewletên ereban kir  û behsa girîngiya vegera Şamê ji nava dewletên Ereban rekir.

`TÊKILÎ QUT NEBÛNE`

Têkildarî mijarê nivîskar û akademîsyen, mamosteyê Zanîngeha Erebî ya Navneteweyî ya taybet Dr. Muhîb Salha got: “Ji dema serdana wezîrê karên derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin a Şamê, têkiliyên di navbera Sûriyê û Şamê de bi awayekî berçav baş bûne.”

Salha wiha domand: “Îmarat ne dewleta erebî ya yekane ye ku têkiliyên xwe bi Şamê re qut nekirine, ev têkilî bi awayekî veşartî didomiya. Urdun, Uman, Lubnan, Cezayir û Iraq jî têkiliyên siyasî û ewlehî bi Şamê re parastin.”

`DEWELTÊN KENDAVÊ TÊKILDARÎ REWŞA LI UKRAYNAYÊ BÊALÎ YE`

Li gorî çavdêran, gavên Îmarat û Kendavê bi gelemperî di çarçoveya şandina peymanên hevbeş ji Rûsya û DYA`yê re ku êdî baweriya wê bi Amerîkayê nemaye ku li hember Îranê piştgiriya wan bike. Her wiha bi fikar in ku çarenûsa wan heman a Ukraynayê be. Ji ber wê tu heta niha tu helwest nîşanî destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê neda.

Li rex wê jî Erebistana Siûdî daxwazên Amerîkayê ku hilberandina petrolê zêde bike, red kirin û pabendî lihevkirinên bi OPEC+1 re bû.

Di vî warî de Muhîb Salhe got: Bi dirêjkirina şerê Rûsya û Ukraynayê re, êdî encamên wê xuya dibin. Rûsya armanc dikir ku hikumeta Zelensky hema piştî destwerdanê bikeve. Lê bi berxwedana hikumetê bi pêşengiya Zelensky şaş ma. Bawer nedikir ku helwestên rojavayî bi vî rengî be û rewşa ne mîna destwerdana li ser Gerzûnî û Corcya û tevlêkirina Qirim be. Çiqas şer dirêj kir, rewşa Moskovê dijwartir dibe û bi awayekî neyînî bandor li karîn û konsepta wê di gelek dosyayan de dike nexasim dosyaya Sûriyê.

Salh destnîşan kir ku li gel vê rewşê, dibe ku Moskov bernameya nukleerî ya Îranê asteng bike, ji ber ku vê yekê li hember helwestên rojavayî bi kar tîne. Ji ber vê yekê Îmarat bi fikar e ku Îran bi rêya moşek û dronên hûsî dişîne rojava. Bi nêrîna Îmarat El-Esed dikare bi awayekî erênî bandor li helwesta Moskovê ya li hember lihevkirina nukleerî û helwesta Îranê ya ji êrişên hûsiyan li dijî Îmaratê bike. 

`GELO WASHINGTON BI RASTÎ HÊRS BÛ?`

Têkildarî serdana El-Esed a Îmaratê, Wezareta Karên Derve ya DYA'yê "acizî û hêrsa xwe ya kûr" nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve ya DYA'yê Ned Price got, Amerîka ji seredana El- Esed "Pir bê hêvî û aciz e" û ew wek "hewldaneke eşkere ji bo meşrûkirina Esed" wesif kir ku "ku berpirs û kuştin û azarên hejmareke mezin a sûrî û koçberkirina zêdetirî nîvê nifûsa Sûriya, girtin û windakirina zêdetirî 150 hezar jin, mêr û zarokên sûrî ye".

Ned Price her wiha got: " Weke ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken teqez kiriye, em piştgiriya nadin normalîzekirina têkiliyên bi El-Esed re." û wiha berdewam kir: "Me bi hevkarên xwe re ev yek eşkere kir."

Price eşkere kir ku welatê wî cezayên li ser Sûriyê ranake û heta ku çareseriyên siyasî neyên pêşkêşkirin wê destekê nede jinûve avakirina Sûriyê.

Muhîb Salha got: "Her tim ligel rêveberên demokrat ên di Koşka Spî de têkliyên Amerîka –Kendavê paş dikevin û ligel rêveberên komarparêz ev têkilî baş dibin. Îmaratê mîna Erebistana Siûdî û Misirê bersiv neda daxwazên rêveberiya Biden ên têkildarî cezayên li hember Moskova, ji ber têkiliyên wan ên aborî, leşkerî û ewlehî bi Moskovê re xurt in. Her wiha fersendeke ku bi nakokiyên herdu aliyan de bilîzin da ku berjewendiyên petrolê û yên jeosiyasî, di serî de di dosyaya Sûriyê de pêk bînin. Serdana serokê Sûriyê jî ji bo van armancan pêk hat. Heger ev armanc bi ser bikevin dibe ku derî li pêşiya dewletên din erebî û deriyên Komara Ereban vebin."

`PIŞTÎ SERDANÊ`

Li gorî Salha, asta serkeftina van armancan girêdayî van xalan: "Bersivdayîna rejîma Sûriyê ku bibe şirîkekî erebî ku li gorî berjewendiyên erebî be, bi taybet sekna li hember berjewendiyên Îranê, asta amadebûna wê ku çiqas tawîzên siyasî li gorî biryarên navneteweyî bide gelê xwe. Ne Îmarat û ne jî Erebistana Siûdî û ne jî Misirê bi niyet in ku ji hembêza rojava û konê Neteweyên Yekbûyî derkevin ku her kes xwe dide ber siya wê."

Dr. Muhîb Salha di dawiyê de got, serdana Beşar El-Esed ji bo Îmaratê nayê wê wateyê ku Îmarat ji helwesta navneteweyî ya li hember doza Sûriyê derketiye, ji ber ku eger tiştek wisa hebe, dê roja hesabxwestinê wek xayînan bê binavkirin.

 (bx)

ANHA