Li Lubnanê bihabûn: Sedem bazirgan in an şerê li Ukraynayê ye?

Tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê bandor li sûkên Lubnanê kir. Ji roja destpêkirina şer ve bihaya zeytê li sûkê bilind bûye û gelek cûreyên din, di serî de ard û zeyt nemane.

Li Lubnanê bihabûn: Sedem bazirgan in an şerê li Ukraynayê ye?
16 adar, 2022   05:16
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukrayna bandor li aboriya Lubnanê kir ku di bingeh de di rewşeke krîzê de ye. Welatiyên Lubnanê fatoreyên şerên li cîhanî didin bi wê re azarên wan zêde dibin.

Di 24’ê Sibatê de, Rûsya dest bi tevgera xwe ya leşkerî li Ukrayna kir. Dûvre bertekên navneteweyî li hemberê hatin nîşandan û cezayên aborî û darayî li ser Moskova hatin birîn. Wî şerî bandor li tevahî cîhanê kir. Di nav de Lubnan e ku di bingeh de rûbirûyî krîza aborî ye. Banka navneteweyî ew rewş bi krîza herî dijwar li cîhanê wesif kir û di nava 3 krîzên herî dijwar de di dîrokê de ji sedsala 19’an ve sinivand.

Nîşaneyên bandorên şer li Lubnanê derketin ku gefa krîza ewlehiya xwarinê dixwe. Li gorî daneyan, pêdiviya Lubnanê ya salane bi 550 hezar ton heta 650 hezar ton genim heye. Lubnan salane nêzî 511 hezar ji Ukrayna werdigire.

Li gorî saziyên "navneteweyî ya agahiyan", pirsgirêkeke mezin di budceya bazirganî ya navbera Lubnan û Ukraynayê de ye  ku li gorî berjewendiya Ukraynayê ye. Lubnan tiştekî nade Ukrayna. Di heman demê de nirxê dahatên ji Ukrayna yên salane di navbera 2012’yan û 2020’an de nêzî 354 milyon dolar  bû.

Ji genim zêdetirî, Lubnanê şekir, çêlek, mih, hesin û ceh ji Ukrayna werdigire.

Li gorî hejmarên gumrikê yên Lubnanê, jêderên herî mezin ên Lubnan ji zeyta nebatî, zeytên petrolê, komra kevrî û hwd, Rûsyayê ye.

GAVEKE PÊŞÎN

Wekî gava pêşîn ji bo rêgirtina li ber bandorên tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukranyayê, bi taybet bandorên li ewlehiya xureke, hikumeta Lubnanê derxistina madeyên xwarinê qedexe kir.

Têkildarî vê yekê wezîrê Pêşesaziyê yê Lubnanê George Bushkian wiha got: "Biryara wezaretê ya qedexekirina derxistina madeyên xwarinê derveyî Lubnanê, di çarçoveya nêrîneke dûr de hate dayîn da ku parastina depoya stratejî ya xwarinê were kirin û pêdiviyên mirovan ên bingehîn û pêwîst neyên xerckirin."

George Bushkian  da zanîn dibe ku krîza cîhanê dirêj bike û tu kes nikare dîroka bidawîbûna wê, zirar û bandorên wê li ser dewlet û civakan texmîn bike.

Di demeke berê ya vê mehê de, hikumetê komîteya wezaretê ya şopandina ewlehiya xwarinê ava kir.

Bi rasthatina wê yekê re, saziya ewlehiyê bi ser dikanên bazirganiyê de girt ku kelûpelên xwarinê keysbaz nekin an jî bihayên wan bilind nekin.

Bi wê re Lubnanê biryar da ku bikaranîna ard were kêmkirin û tenê bibe nan da ku genim heta demeke dirêj bimîne.

KÛRKIRINA AZARÊN LUBNANÊ

Têkildarî vê yekê şîrovekarê aborî Munîr Yûnis ji ajansa me re wiha got, heke şer dirêj bike dê li hemû dewletên ereban ên bê petrol û bê genim alozî derkeve û wiha domand: "Dê desthilatên Lubnanê lêçûna dahatûkirina genim dabîn bike da ku xwe ji bertekên gel bidin aliyekî."

BIHAYÊN CÎHANÎ JI SEDÎ 20 BILIND BÛN

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand ku ji ber şerê li Ukrayna bihayên cîhanî yên xwarin û êman ji sedî 8 heta 20’an zêde bûye. Di encamê de wê hejmara nexweşên ji ber nebaşiya xwarinê li ser asta cîhanê zêde bibe.

Rêxistinê eşkere kir ku koçberiya mezin a ji Ukrayna bû sedem ku karkerên çandiniyê kêm bibin û digel tevgera leşkerî ya Rûsyayê de dê xwegihandina li zeviyên çandiniyê dijwar be.

Rêxistinê got, heger cotkar bikaribin genim biçinin jî dê pirsgirêk hebe, ji ber beravên li Deryaya Reş girtî ne û hikumetê hinardekirina genim, şofvan, genim reş û hin berhemên xwarinê yên din qedexe kir. Da ku krîz li welat çênebe û îstîqrarek di sûka herêmê pêk bê.

FAO, da zanîn ku Rûsya dewleta mezintirîn li cîhanê ya jêdera genim e û Ukrayna di asta 5’an de tê û her du bi hev re ji sedî 19 berhemê ceh ji cîhanê peyda dikin, ji sedî 14 genim û ji sedî 4 garis dabîn dikin.

Rêxistinê hişyarî da ku dewletên herî xizan ên Bakurê Afrîkya, Asya û Rojhilata Navîn ku pişta xwe didin dahatûyên genim rûbirûyî xeteriya tunebûna azarên ewlehiya xwarinê ne.

Her wiha tê zanîn ku Misir, dewleta Tirk, Bangladesh û Îranê ji sedî 60 ji genim, ji Rûsya û Ukrayna dikirin, li kêlek wan jî Lubnan, Tunis, Yemen, Lîbya û Pakistan jî pişta xwe didin kirîna genim ji van her du dewletan.

(fr)

ANHA