Şêniyên Til Temirê agirê Newrozê dadan

Bi diruşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'yan bikin Newroza azadiya Rêber APO", Newrozê pîroz kirin.

Şêniyên Til Temirê agirê Newrozê dadan
Şêniyên Til Temirê agirê Newrozê dadan
Şêniyên Til Temirê agirê Newrozê dadan
Şêniyên Til Temirê agirê Newrozê dadan
15 adar, 2022   18:52
 HESEKÊ

Bi diruşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'yan bikin Newroza azadiya Rêber APO", şêniyên navçeya Til Temirê agirê Newrozê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dadan.

Hevserokê Meclisa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb got: "Me ji vir, nêzî eniyên şer pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir. Em ê heta 21'ê Adarê pîrozbahiyan li gundên din û cihên koçberan dewam bikin. Em bang li şêniyan dikin ku beşdarî pîrozbahiyan bibin."

Bi pêxistina agir, şêniyan li ber stranên şoreşgerî govend gerandin.

ANHA