Pêşbaziya di siyaseta Tirkan de – RAUF KARAKOÇAN

Pêşbaziya di siyaseta Tirkan de – RAUF KARAKOÇAN
16 adar, 2022   01:50

 

Li Tirkiyê hewl didan modeleke taybet çêbikin û gelekî pesna wê modelê didan; jê re digotin sîstema ‘serokkomariyê’ yan jî ‘serokatiyê’.
Di vê dema derbasbûyî de dema ku mirov li kiryarên desthilatê dinêre, bi pergala serokatiyê re dewleteke hizbî çêkir û ev pergal “hikumeta şexsê min” a Erdogan e û Erdogan kiriye ‘serokkorarê xwedî partî’ û li gorî standartên Tirkan e lê ne li gorî rastiya civakî ye.

Pergaleke bi rêya dengdana gel anîn, lê ew pergal bû bela serê gel. Niha jî bi xwe jî wek pergaleke ecêb bi nav dikin, dixwazin xwe jê xelas bikin lê nikarin.

Di serî de jî dihate zanîn ku dawiya pergala yekzilamî dê pêşî li mekanîzmayeke otorîtertir veke.

Dewlet serobin bû. Cudabûna erkan (qanûn,hikumet, dadgerî) ji holê rakirin. Sazî êdî nikarin bixebitin. Li gel pergala hiqûqê, pergalên perwerde, tenduristî, aboriyê jî xira bûn. Çarenûsa Tirkiyê li benda gotineke dîktatorekî ma.

Mirov nikare jê re bêje opozîsyon lê ji bo ku em bikarin bi nav bikin, em ê hema wisa bêjin ku ew jî tevî CHP’ê 5 partiyên din ku ew jî ji nava desthilata AKP-MHP’ê derketine û ji aliyê zîhniyetê ve wekî çêjikên wê ne. Ew her şeş partî li hev kom bûn û pergaleke alternatîf a bi navê ‘pergala parlamenter a xurtkirî’ ragihandin lê naveroka wê çi ye, baş nayê zanîn.

Ev her şeş partiyên qaşo opozîsyonê, hema ketober wehdan dikin û dibêjin dê dewletê dîsa sazûman bikin.

Ev partî xwedî heman ferasetê ne û bi zimanê siyasete yê xapandin û qulopiloyan hewl didin hêrsa li hember desthilatê ji xwe re veguherînin dengan û ji bo vê yekê ketine nava pêşbaziyekê.

Di destê van her şeş partiyan de têra xwe melzeme heye ku dikarin li hemberî desthilatê ji xwe re pê propagandayê bikin.

Hema hema ji bo her pirsgirêkekê çareseriyekê nîşan didin. Belê, baş e. Lê piştre? Di nava vê hevbendiyê de Kurd tune ne û loma jî nikarin bibin desthilat. Her wiha dê nexşerêya wan jî çi be, hê ne xuya ye.

Gerçî siyaseta Tirkiyê xitimiye. Netewedewleta Tirk bi xwe pirsgirêk e ku li ser hîmên siyaseta muhafazakar-nîjadperest hatiye avakirin.

Heta ku netewedewlet neyê tunekirin, çareseriyên mayînde jî çênabin. Pirsgirêkên Tirkiyê binyadî ne û li ber demokrasiyê girtî ne. Sedema sereke ya pirsgirêkên civakî jî pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Krîza rejîmê, krîzeke pergalê ye. Partiyên opozîsyonê yên Trikiyê jî wekî kopiyeke partiyên desthilatê ne. Wekî matrûşkayan ji nava hev derdikevin.

Bi gotina ‘pergala parlamanter a xurtkirî’ ji bo pirsgirêkên Tirkiyê û pirsgirka Kurd çi dibêjin, ne xuya ye. Hemû partiyên dixwazin bibin desthilat, hema dibêjin “Rêya demokrasiyê di Amedê re derbas dibe, rastiya Kurdan, pirsgirêka Kurd…” û dixwazin pê dengan ji xwe re bibin.

Kurdan egle dikin û bi ser de jî didin ber qemçiyan. Her ku diçe siyaseta komkujiyê gurtir dikin. Ev feraset berdewam dike. Feraseta van her şeş partiyan jî heman e ku naxwazin li cem HDP’ê xuya bikin. Hevbendiyên ku Kurdan li derve dihêlin, nikarin Tirkiyê bi pêş ve bibin.

Serdana CHP’ê ya li Amedê wekî nûnertiya her şeş partiyan bû. Serokê CHP’ê berê gotibû li dijî peyva ‘Kurdistan’ e û li Amedê jî hema tenê hinekî mizmizand.

Her çend bi dahol û zirnyan hatibe pêşwazîkirin jî, ya ku li bende bû, nedît. Ev feraseta ku teşhîsa pirsgirêkê rast nake, nikare çareseriyekê jî peyda bike. CHP’ê destek da rakirina parêzbendiya parlamenteran û rêya zindanê li ber parlamenterên HDP’ê vekir. Ji ber ku CHP Kurdan înkar dike, nikare wan îqna jî bike. Gotinên “li hev helalkirin, zindana Amedê bikin muzexane’ her çend xweş xuya bikin jî, gotinên pûç in.

Mesele mafên Kurdan ên sereke ne. Mafên ziman, çand, xwerêveberî û welatîbûna wekhev in ku bi netewedewletê pêşî lê girtine.

Mesele ew e ku polîtîkatên cudakariyê bi dawî bibin, mafên Kurdan bi zagonan mîsoger bikin, mekanîzmayên ku pê xwe biparêzin û temsil bikin -xweseriya demokratik jî nav de- çêbin û têkildarî çarenûsa xwe bi xwe biryarê bidin.

Hiljiartinên giştî yên bê, ji bo siyaseta Tirkan gelekî girîng in. Ev opozîsyon bêyî Kurdan nikarin bi ser bikeve, lewma jî divê pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd diyar bike.

Heta ku aştiya civakî çênebe, xwestina dengan ji Kurdan, tinazkirina bi Kurdan e. Kurd wehdan na, pratîkê dixwazin. Pirgirêka Kurd wekî qeydekê ye li bi lingê Tirkiyê ve kirine. Ev her şeş partî dê bikarin xwe ji vê qeydê rizgar bikin?

ANHA