Di salvegera şoreşa Sûriyê de, banga pêkanîna Rêveberiya Xweser hate kirin

Partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji tevahî gelê Sûriyê re spartgeh e û bêyî hevgirtinê tu çareserî tune ne.

Di salvegera şoreşa Sûriyê de, banga pêkanîna Rêveberiya Xweser hate kirin
15 adar, 2022   15:56
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 11'emîn a destpêkirina şoreşa Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi diruşma "Heta bidawîkirina destpotiyê û pêkanîna azadî û rûmetê şoreş wê dewam bike" civîneke berfireh li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist. Nûnerên 31 partiyên siyasî û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên meclisên malbatên şehîdan beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka MSD'ê Emîne Omer axivî, diyar kir ku Serhildana 12'ê Adarê bingeheke rasteqîn ji şoreşa gel a Adara 2011`an re danî ku dikeve sala xwe ya 12'an.

'BÊYÎ HEVGIRTINA GELÊ SÛRIYÊ ÇARESERÎ NE PÊKAN E'

Emîne Omer diyar kir ku şoreş li tevahî erdîngariya Sûriyê belav bû û wiha domand: "Ji Dera heta Qamişlo şoreş belav bû. Ev şoreş encamên kiryar û siyasetên çewisandinê yên rejîma navendî ya ya destpotî ye ku li pey xwe tovên tundrawiyê di hundirê civaka Sûriyê de hişt."

Emîne Omer her wiha bal kişand ser merheleya destwerdana herêmî û navneteweyî û destekdayîna wê ji opozisyona xwedî taybetmendiya îslama siyasî û got: "Ev merhele xizmeta rejîmê kir û şoreşa Sûriyê veguhertina şoreşeke dijber û nakokiyên di navbera rejîmê û opozisyona îslama siyasî de, li ser vê yekê de daxwazên rewa yên gelê Sûriyê yên jiyaneke bi azad û bi rûmet hatin paşguhkirin."

Hevseroka MSD'ê anî ziman ku bi qasî rejîma Sûriyê, opozîsyona îslama siyasî berpirsê derketina şoreşê ji xeta wê ya rast e û got: "MSD'ê dibîne ku pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyeke niştimanî heye ku dawî li aloziyên siyasî, civakî û aborî bîne û ber bi sîstemeke demokratîk a pirrengî ya siyasî ve bibe ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike."

Emîne Omer da zanîn ku bêyî hevgirtina gelê Sûryiê tu çareserî tune ne.

JI BO MISOGERIYA AZADÎ Û RÛMETA WELATIYAN BANGA TÊKOŞÎNÊ

Serokê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Idrîs Şengalî sedema derketina şoreşa Sûriyê ji xeta xwe ya rast destnîşan kir û wiha got: "Sedem tundiya ji aliyê rejîmê û komên çekdar ên girêdayî îslama siyasî ve ne ku rê li ber rêxistina El-Qaîde û komên wekî wê vekirin da ku têkevin civaka Sûriyê û bi desteka navneteweyî û herêmî û rêxistinên ji DAIŞ'ê tundrawtir ava kirin."

Şengalî îşaret bi projeya MSD'ê kir û wiha got: "Projeya MSD'ê projeyeke niştimanî ye, xwe dispêre diyalog û çareseriya siyasî ku dikare li gorî we welat were avakirin û pêşxistin."

Şengalî bal kişand ser berxwedana şervanên QSD û YPJ'ê di têkbirina terorê de û ev tişt anî zman: "Bi vê boneyê em banga domandina xeta têkoşînê ji bo avakirina Sûriyeke wekî welat dikin ku azadî û rûmeta welatiyan werin misogerkirin û edalet û wekhevî werin pêkanîn."

'EM HÊZÊN RASTEQÎN ÊN ŞOREŞA SÛRIYÊ NE'

Berdevka PYD'ê Sema Begdaş jî diyar kir ku piştî derbasbûna 11 salan di ser aloziya Sûriyê re tu nîşaneyên çareseriya siyasî di demeke nêzî de nexuya ne û got: "Sûriyê veguherî qada şer û nakokiyên ser berjewendiyan ji aliyê hêzên hegemonîk yên cîhanî û herêmî."

Sema Begdaş bi domdarî got: "Em ên li vir kom bûne, hêzên rasteqîn ên şoreşa gelê Sûriyê ne. Em ji bo pêkanîna armancên şoreşa rûmetê ku bûye sembola gelê Sûriyê dixebitin. Tevî hemû hewldanên berevajîkirin û reşkirinê, me rûmeta gelê Sûriyê parast û em neketin xefka ajantî û çetîtiyê."

Berdevka PYD'ê her wiha got: "Ji beriya şoreşê ve em di rêza yekemîn a têkoşînê de bûn, me hemû pêvajoyan jiyan û di navaroka tevahî pêşketinan de bûn. Me xeta sêyemîn a ku xwe dispêre neteweya demokratîk hilbijart û me rêveberiya xweseriya demokratîk ava kir."

'RÊVEBERIYA XWESER RÊYA XELATIYÊ YE'

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm bang li hemû gelê Sûriyê kir ku tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînak bigirin û wiha domand: "Tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahî sûriyên ku ji hovîtiya rejîma Sûriyê û komên çekdar ên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, reviyane, spartgehek e. Li ser vê xakê  ol û nasname derketin, rejîma Baas bi salan  şerê wî kirin û hewl da vê nasnameyê biçewisîne da ku armancên xwe yên şovenîst pêk bîne."

Bersûm anî ziman ku Rêveberiya Xweser xilasiyê şoreşê ye û got: "Rêveberiya Xweser xilasiya şoreşa me ye, berhema ku bi xwîna bi hezaran keç û xortên me yên ji pêkhateyên netewe û olên cûda hate damezirandin. Em ê ji bo tevahî Sûriyê têkoşînê bidomînin da ku Sûriyê ji tevahî nexweşiyên serdemî rizgar bikin."

Tê payîn ku ji aliyê partiyên beşdar ve axaftin werin kirin.

ANHA