Li Minbicê panelek li ser salvegera 11’an a krîza Sûriyê

Bi diruşma "Rewşa şoreşa Sûriyê û sedemên veguherandina nakokiyê li Sûriyê ber bi şerê li ser Sûriyê" Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 11’an panelek li dar xist.

Li Minbicê panelek li ser salvegera 11’an a krîza Sûriyê
Li Minbicê panelek li ser salvegera 11’an a krîza Sûriyê
Li Minbicê panelek li ser salvegera 11’an a krîza Sûriyê
Li Minbicê panelek li ser salvegera 11’an a krîza Sûriyê
Li Minbicê panelek li ser salvegera 11’an a krîza Sûriyê
Li Minbicê panelek li ser salvegera 11’an a krîza Sûriyê
15 adar, 2022   16:02
MINBIC

Di panelê de endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Minbicê, partiyên siyasî û saziyên taybet bi jinan li hola Meclisa Qanûnsaz a li naverasta bajêr amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel sedemên lidarketina şoreşê û çawa veguherî krîzeke ku sûrî azarên wê dikişînin, şîrove kirin.

Mihemed Berkel wiha got: "Bi sedema dewletên ku berjewendên wan di Sûriyê de hene şoreşa Sûriyê kûrtir û dirêjtir bû."

Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hate vekirin. Beşdaran nêrînên xwe eşkere kirin, jê jî destwerdanên li vîna gelan, ji ber heke gelan xwest dikare dîrokê biguhere û zêdetirî milyoneke sûrî bûne qurbanê şerê berjewendiyên dewletan. Ji ber wan dewletan xwest hebûn û serweriya xwe li Sûriyê îsbat bikin.

Li aliyekî din jî seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebod wiha got: "Heke em sedema bingehîn û rasteqîn a krîza Sûriyê nenirxînin tu çareyên mentiqî û rasteqîn ya krîzê tune ne."

Ezab El-Ebod wiha domand: "Destpêkê tu planên altarnatîfa rejîmê tune bûn. Ji ber zulm, azarên sûriyan û kriyarên rejîmê taybet bi zarokên Dera re şoreşê dest pê kir."

Ezab El-Ebod wiha dawî li gotina xwe anî: "Dema bawerî di navbera gel û hikumetê de tune bûn ev hemû bûn zemîn ku kes bi tevlêbûna li welatekî hîs neke gotin welat tu tiştî ji min re pêşkêş nake ez parastina wê nakin. Ev hemû şêweyên zemîna amade ya projeyên derve ne ku destwerdanê li Sûriyê bikin."

(fr)

ANHA