​​​​​​​Meclisa Jinan: Rêveberiya Xweser yekane çareseriya aloziya Sûriyê ye

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 11`an a aloziya Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku aloziya Sûriyê bi rêya diyalogê çareser dibe û projeya Rêveberiya Xweser rêya yekane ya çareseriya aloziya Sûriyê ye.

​​​​​​​Meclisa Jinan: Rêveberiya Xweser yekane çareseriya aloziya Sûriyê ye
15 adar, 2022   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 11`an a destpêkirina aloziya Sûriyê daxuyaniyek da û li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir.

Meclisa Jinan di daxuyaniya xwe de got: "Piştî derbasbûna 11 salan, alozî veguherî şerekî hundirîn ê xwîndar. Di encamê de nîvê gelê Sûriyê li hundir û derve koçber bû, binesaziya welêt wêran bû û ji ber cezayên navneteweyî aboriya Sûriyê hilweşî û tenê gel berdêla vê yekê da."

Meclisê di daxuyaniyê de got: "Şoreşa Sûriyê bi hêviya guhertinê û pêkanîna demokrasî, pirrengî û azadiya ramanê dest pê kir. Lê bi lez ji rêya xwe ya rast derket û veguherî wesîleyekê ji bo pêkanîna berjewendiyên aliyên derve li ser hesabê gelê Sûriyê. Beyî ku roleke çalak di lihevkirinan û civînên Cinev, Astana û Soçiyê de bilîze ku bê encam bûn."

Meclisê daxuyand ku gelên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku komên terorîst êrişî herêmê kir, xwe parast û bi meşandina xeta sêyemîn, hêzeke demokratîk ava kir û ewlehî li herêmê peyda kir. Her wiha zemînek ji bo rizgarkirina herêmên din ên di bin kontrola DAIŞ`ê de afirand û tev li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi pêşengiya jinan rêveberiya xwe ya xweser ragihand.

Meclisa Jinan a Sûriyê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember komplo û planan bibin yek.

Her wiha diyar kir ku aloziya li welêt bi rêya diyaloga sûrî-sûrî çareser dibe. Divê hemû alî û Rêveberiya Xweser tev li diyalogê bibin, ji ber ku ew kilîta çareseriyê ye û çareseriya mentiqî ya yekane ye.

(şx)

ANHA