Li Dêrikê pêşangeha berhemên xwendekaran

Navenda Perwerdeyê ya Dêrikê bi tevlêbûna gelek dibistanên navçeya Dêrikê vê sibê pêşangeheke berhemên hunerî yên xwendekaran vekir.

Li Dêrikê pêşangeha berhemên xwendekaran
Li Dêrikê pêşangeha berhemên xwendekaran
Li Dêrikê pêşangeha berhemên xwendekaran
Li Dêrikê pêşangeha berhemên xwendekaran
Li Dêrikê pêşangeha berhemên xwendekaran
Li Dêrikê pêşangeha berhemên xwendekaran
15 adar, 2022   12:37
QAMIŞLO

Bi armanca pêşxistina behreyên xwendekaran, Navenda Perwerdeyê bi tevlêbûna gelek dibistanên navçeya Dêrikê pêşangeha berhemên hunerî yên xwendekaran li hola Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Mesûd li dar xist. Gelek mamosteyên dibistanên Dêrikê û malbatên xwendekaran tev lê bûn.

Di pêşangehê de 125 tablo, peykerên û destkarî hatin pêşandan. Tê payîn ku pêşangeh 7 rojan berdewam bike.

Her wiha Navenda Perwerdeyê, rêveberiya Dibistana Îbrahîm Mesûd xelat kir.

(şx)

ANHA