PDK'ê hêz û wesayit derbasî Heftanînê kir

Hate ragihandin ku PDK'ê hêz û dehan wesayitên zirxî serê sibehê ji bo operasyonê derbasî Heftanînê kirin.

PDK'ê hêz û wesayit derbasî Heftanînê kir
15 adar, 2022   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên PDK'ê yên ku gihîştin gundê Banikê yê herêma Heftanînê, hewl dide li qadê bi cih bibe.

Li gorî agahiyan, hêzên PDK'ê yên ku dixwazin qadê kontrol bike, dixwaze li Banikê, Pirbila û herêmên derdorê belav bibe.

Balkêş e ku cihê hêzên PDK'ê dixwaze lê bi cih bibe ew herêm e ku hêzên gerîla çalakiyên bi bandor li dijî dewleta Tirk a dagirker dike.

Tê gotin, PDK bi vê hewldanê re dixwaze pêşî li hêzên gerîla bigire.

Liv û tevgera PDK'ê ya li Heftanînê dewam dike.