Kongreya Yekitiya Endezyaran li Hesekê pêk tê

Kongreya Yekitiya Endezyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn li Hesekê li dar ket. Tê payîn ku rêziknameya yekitiyê were erêkirin û hevserok werin hilbijartin.

Kongreya Yekitiya Endezyaran li Hesekê pêk tê
Kongreya Yekitiya Endezyaran li Hesekê pêk tê
Kongreya Yekitiya Endezyaran li Hesekê pêk tê
Kongreya Yekitiya Endezyaran li Hesekê pêk tê
Kongreya Yekitiya Endezyaran li Hesekê pêk tê
Kongreya Yekitiya Endezyaran li Hesekê pêk tê
15 adar, 2022   12:13
HESEKÊ

Kongreya Yekitiya Endezyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn vê sibê li Hesekê dest pê kir. Yekitiyê bi armanca nirxandina xebatên yekitiyên endezyaran ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevkariya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongreya xwe li Hola Serdam a li Hesekê li dar xist.

90 delegeyên odeyên endezeyaran, hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kongreyê de beşdar in.

Li gorî bernameya kongreyê, dê xebatên yekitiyên endezyaran ên herêmê werin xwendin, rêziknameya yekitiyê were erêkirin, hevserokatiyek ji bo yekitiyê were hilbijartin û di dawiya kongreyê de dê encamnameya dawîn bê eşkerekirin.

Kongre berdewam dike.

(şx)

ANHA