Rêveberiya herêma Cizîrê bernameya xwe ya Newrozê eşkere kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi civîneke çapemeniyê ku îro li pêşiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê li dar xist, bernameya pîrozbahiyên Newrozê eşkere kir.

Rêveberiya herêma Cizîrê bernameya xwe ya Newrozê eşkere kir
15 adar, 2022   11:30
QAMIŞLO

Hevserokên Meclisên Rêveber û Qanûnsaz ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û endamên meclisên kantonên Qamişlo û Hesekê û Kongra Star beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Daxuyaniyê bi zimanê kurdî ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveberiya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis û bi zimanê erebî jî ji aliyê hevseroka kantona Hesekê Semer Ebdullah ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em îsal bi hêvî û bi rihê berxwedan û israrê yê pêşketin û avakirinê Newrozê pêşwazî dikin. Cejna Newrozê cejna azadî û berxwedanê ye, em bi bi rihê berxwedana Newrozê vê cejnê pîroz dikin, da ku em bigihêjin azadî, edalet û demokrasiyê. Em di berxwedanê de bi israr in heta ku em herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî rizgar dikin û dagirkerî û terorê li tevahî xaka Sûriyê û herêmê tune dikin.

Em Newroza îsal bi dirûşma "Bi îradeya gelan, em ê Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya rêber Apo" pîroz dikin.

Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên îsal dê saet di 10:00’an dest pê bike û saet di 15:00’an de bi dawî bibe û li van navçe û bajaran in; Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrik.

/ar/uploads/files/2022/03/15/103738_img_9815.webp

Bi vê boneyê em cejna Newrozê li hemû gelê me pîroz dikin û bang li wan dikin ku bi rihê berxwedan û azadiyê beşdarî Newrozê bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de, li pêşiya avahiya meclisê agirê Newrozê hate vêxistin.