​​​​​​​DYA: Li ser peymana nukleerî me tu garantiyên nivîskî nedane Rûsyayê

Cîgira wezîrê karên derve yê DYA’yê Victoria Nuland got welatê wê têkildarî hevkariya Rûsyayê ya bi Îranê re, tu garantiyên nivîskî nedane Rûsyayê.

​​​​​​​DYA: Li ser peymana nukleerî me tu garantiyên nivîskî nedane Rûsyayê
9 adar, 2022   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`yê ragihand ku cîgira wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Victoria Nuland, roja sêşemê anî ziman ku DYA`yê li ser hevkariya Rûsyayê ya bi Îranê re, tu garantiyên nivîskî nedane Rûsyayê.

Dan û standinên li Viyanayê yên ji bo peymana nukleerî ya bi Îranê re dewam dikin. Li aliyekî din jî bi zêdebûna daxuyaniyên erênî re, Rûsyayê ji DYA’yê xwest ku ev tedbîr bandorê li hevkariya wê ya bi Îranê re neke.

Rûsyayê roja duşemê ragihandibû ku ger hevpeymana nukleerî bi awayekî fermî di bin navê "plansaziya hevpar" de were zindîkirin, divê mafên hêzên cîhanê wekî hev bin.

Di civîna Kongreyê ya roja sêşemê de Victoria Nuland têkildarî mijarê got: “Me tu dan û standin bi Rûsyayê re têkildarî Îranê çênekirine. Moskov dixwaze asta daxwazên xwe bilind bike.”

(eh)