​​​​​​​Rûsya korîdorên ewle vedike… DYA’yê şerê aborî yê li dijî wê gur kir

Rûsyayê ragihand ku ew amade ye îro korîdorên ewle ji bo derxistina sivîlan ji Kîevê û 4 bajarên din veke. DYA’yê jî şerê aborî yê li dijî Rûsyayê bi rêya qedexekirina hinardeyên petrolê zêde kir.

​​​​​​​Rûsya korîdorên ewle vedike… DYA’yê şerê aborî yê li dijî wê gur kir
9 adar, 2022   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê ragihand ku ew amade ye îro korîdorên mirovî veke da ku sivîl ji Kîevê û 4 bajarên din derkevin. Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsyayê Tass ku agahiyên xwe dispêre serokê Navenda Rêveberiya Parastina Nîştimanî ya Rûsyayê Mîxaîl Mizintsev, Rûsyayê da zanîn dê korîdorên mirovî ji bo derxistina sivîlan ji Kîev, Chernîhîv, Sumy, Kharkov û Mariupolê veke.

Lê diyar bû ku korîdor ber bi Rûsyayê yan jî Belarûsê ve ne û hikumeta Ukraynayê ev yek red kiribû.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Ukraynayê ku agahiyên xwe dispêrin cîgirê serokê Rêveberiya Serokatiya Ukraynayê Kirilo Tymoshenko, da zanîn ku heta niha nêzdetirî 5 hezar sivîl ji Sumy hatine derxistin û hejmara penaberan zêdetirî 2 milyon kes e.

WASHINGTONÊ PETROLA JI RÛSYAYÊ TÊ, QEDEXE KIR

DYA`yê hinardeyên petrola Rûsyayê qedexe kir. Di encamê de buhayê petrolê ji sedî 30 zêde bû.

Ruxmî ku dibe ev yek fatoreyan zêde bike jî lê serokê Amerîkayê Joe Biden got divê hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn encama destwerdanê bibîne.

Brîtanyayê diyar kir ku dê hinardeyên petrolê û berhemên wê yên Rûsyayê heta dawiya 2022’yan re rawestîne. YE`yê jî plansaziya xwe ya kêmkirina bikaranîna gaza ji Rûsyayê tê, eşkere kir.

Kremlîn got ew ji destwerdanê armanc dikin ku Ukrayna çekan deyne, rêveberên wê yên “nazî” ji serokatiya welêt dûr bixin. Ukrayna û hevalbendên wê yên rojavayî dibêjin ev hinceteke bêbingeh.

Li gorî Reutresê helwesta Çînê jî metirsiyên dewletên rojavayî yên îhtîmala pêkanîna êrişeke berfirehtir li dijî “nirxên demokrasiyê” li ser asta cîhanê zêde dikin.

Serokê îstixbarata Awisturyayê got “nêzîkbûneke stratejîk a nû û metirsîdar” di navbera Pekîn û Çînê de heye, xetereya rûdana şerekî di navbera hêzên mezin de ji dema destpêkirina destwerdana Rûsyayê, zêdetir bûye.

Wezareta Karên Derve ya Çînê îro hişyarî da ku di encama ferzkirina cezayan de li ser hinardeyên enerjiyê yên Rûsyayê dê hemû alî di vê gavê de zirarê bibînin.

Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) amadekariyan dike ku fînanseke awarte ya 1.4 milyar dolar ji Ukraynayê re pêşkêş bike da ku li hember destwerdana Rûsyayê bisekine.

DYA`yê jî pêşniyara Polonyayê red kir ku balafirên şer ên MiG-29 veguhêzin baregeha wê ya li Almanyayê da ku alîkariya hêzên hewayî yên Ukraynayê bikin. Wezareta Parastinê ya DYA’yê got îhtîmala firîna balafirên şer ji axa NATO`yê ber bi herêma şer ve dê metirsiyên cidî li ser NATO`yê çêke.

(şx)