​​​​​​​Li Dêrazorê topeke hewanê li malekê ket

Topeke hewanê li maleke li bajarokê Şihêl ê li rojhilatê Dêrazorê ket, di encamê de zirarên madî çêbûn.

​​​​​​​Li Dêrazorê topeke hewanê li malekê ket
9 adar, 2022   11:08
DÊRAZOR

Vê sibê topeke hewanê li mala welatiyê bi navê Etallah El-Şaman ê ji bajarokê Şihêl ket û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Hate zanîn ku top ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de yên li aliyê din ê çemê Firatê hatiye avêtin.

(eh)

ANHA