​​​​​​​Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Çeteyên artêşa Tirk nuqteyên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê yên li rojhilatê Idlibê kirin hedef. Di encamê de leşkerek hate kuştin.

​​​​​​​Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
9 adar, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li bakurê rojavayê Hemayê şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên artêşa Tirk de derket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyan li eniyên Seraqîb ên li rojhilatê Idlibê, nuqteyên hêzên hikumetê û komên girêdayî wê kirin hedef. Di encamê de leşkerek hate kuştin û hin leşker jî birîndar bûn.

(eh)