​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya tecrubeya Sûriyê li Ukraynayê pêk tîne

Rojnameyên erebî îro têkildarî destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, kar û barên Lîbyayê û Lubnanê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya tecrubeya Sûriyê li Ukraynayê pêk tîne
9 adar, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELO RÛSYA TECRUBEYA SÛRIYÊ DI DESTWERDANA XWE YA LI UKRAYNAYÊ DE PÊK TÎNE?`

Girêdayî rojeva Ukraynayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Analîz zêde dibin, bi taybet ên dezgehên çapemeniyê yên rojavayî yên têkildarî mekanîzmaya dan û standina hêzên Rûsyayê bi Ukraynayê re. Gelek pisporan destwerdana li ser Ukraynayê bi destwerdana Rûsyayê ya li ser Çeçenistanê da ber hev. Bi taybet di warê dorpêçkirina bajaran û neçarkirina radestkirinê de. Heta ku gelek siyasetmedarên rojavayî û yên leşkerî got êrişa li ser Kharkivê dubarekirina senaryoya li Groznî ya Çeçenistanê ye.

Ruxmî ku di sala 1995`an de Çeçenistan û di 2008`an de Gurcistan bi lez dagir kir, lê rewşa li Ukraynayê cuda ye. Armanc û mekanîzmayên pêkanîna wê jî cuda ne. Rûsya ne tenê dixwaze armanceke taktîkî pêk bîne ku Ukrayna neçarî aştiyê bike, lê belê armancên wê bi hevsengiya ewlehiyê ya Ewropayê û rol û cihê Rûsyayê di pergala têkiliyên navneteweyî ya nû ve girêdayî ye.

Li gel mudaxeleyên derve di Ukraynayê de xuya ye ku pêkanîna tecrubeya Sûriyê li Ukraynayê gelekî girîng e.

Rûsya di şerê li Sûriyê de teknîka xwe ya leşkerî gelekî bi pêş xist. Ji ber wê tiştek asayî ye ku tecrubeya Rûsyayê li Sûriyê bandorê li meydanên şer ên li Ukraynayê bike. Ev yek di bikaranîna çekên pêşketî de mîna helîkopteran, hedefgirtina nuqteyên dûr bi rêya moşekan da ku bi hêsanî werin kontrolkirin, bikaranîna mekanîzmaya parçekirina herêman û armancan û tevlêkirina hevalbendên di şeran de da ku gelek herêmên li başûr û rojhilat kontrol bike û li aliyekî din artêş jî dest bi dorpêçkirina bajarên mezin bike.

Li rex wê jî Rûsyayê mijara dan û standinên bi Ukraynayê re, veguherand nîqaşkirina pirsgirêkên mirovî ku korîdorên mirovî û yên ewle bên avakirin. Ji vê yekê armanc dike mîna ku li Sûriyê kiriye, hêsankirina derxistina sivîlan û leşkeran ji jîngehên mezin pêk bîne da ku piştre bi hêsanî kontrol bike.”

`PEYAMÊN ARTÊŞA LÎBYAYÊ JI EL-DEBÎBE RE BERIYA KU BAŞAXA DERBASÎ TERABLUSÊ BIBE`

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Artêşa Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter roja sêşemê tecrubeya avêtina moşekên balîstîk li dar xist. Ji vê yekê diyar bû ku peyamekê dide serokê hikumeta Wehda Ebdulhemîd El-Debîbe ku radestkirina hikumetê û qebûlkirina hikumeta nû bi serkêşiya Fethî Başaxa red dike, nemaze ku Başaxa biryar da ku dê biçe Terablusê da ku dest bi peywira xwe bike. 

Başaxa ragihand ku dê tevî tîma hikumetê biçe Terablusê û dê bi hêza qanûnê desthilatê wergire.

Analîzvanê siyasî Kemal El-Meraş got: “Ev tecrube peyamek ji bo gelek aliyên hundir û derve û heta El-Debîbe jî ku dema hikumeta rewa mudaxeleya artêşa nîştimanî bixwaze, dê ev yek pêk were. Başaxa destpêkê dê El-Debîbe îqna bike ku ew dev ji helwesta xwe berde, ji ber ku gelek komên çekdar ên xurt ên xwedî cebilxaneyên mezin ên Başaxa li Misrata û Terablusê hene û amade ne.”

‘LI LUBNANÊ ALOZIYA SOTEMENIYÊ’

Girêdayî rewşa li Lubnanê jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Di zivistanê de, dîsa sirayên dirêj li pêşiya stasyonên benzînê derketin pêş. Sedem jî bihabûna petrolê li ser asta cîhanê ye ji ber aloziya li Ukraynayê.

Ev yek bandor li hemû warên jiyanê kir, nexasim li gel keysbaziya bazirganan ku di 2 salan de li ser vê yekê perwerde bûn û êdî madeyên ku bi şerê li Ukraynayê bi bandor dibin, veşartin da ku aloziyek li welêt çêbe.

Îhtîmal heye ku ev sira zêde bibin bêyî ku hewldanek ji bo çareserkirinê hebe.”

(şx)