Rojnameyên erebî: Şerê li Ukraynayê li ser peymanên nukleerî gef e

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî dan û standinên nukleerî yên Îranê, aloziya li Lîbyayê û destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li ser Ukranyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Şerê li Ukraynayê li ser peymanên nukleerî gef e
8 adar, 2022   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NERAZÎBÛNA RÛSYAYÊ HELWESTA DEWLETÊN KENDAVÊ XURTTIR KIR’

Rojnameya El-Ereb têkildarî kar û barên Îranê wiha nivisî: “Nerazîbûna Rûsyayê ji lihevkirina nukleerî ya Îranê, helwesta dewletên Kendavê xurttir kir. Dewletên Kendavê gelek xalên lawaz di lihevkirinê de dibînin ku hewldanên Îranê ji bo çêkirina bombeyeke nukleerî sînordar nake û ev yek li ser ewlehiya herêmê û cîhanê gef e.

Dewletên Kendavê di ferzkirina cezayên li ser Rûsyayê de ji ber destwerdana wê ya li ser Ukraynayê, tu helwest nîşan neda û banga meşandina xebatên dîplomatîk ji bo çareserkirina aloziyê kir.

Li aliyekî din piştî ku Rûsyayê ji DYA`yê xwest ku cezayên li ser wê tên ferzkirin, zirarê nede Îranê, hinek nezelaliyek di dan û standinên vejandina lihevkirina nukleerî de çêkir.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, Rûsya garantiyeke nivisîkî ji DYA`yê dixwaze ku tu cezayekî bazirganî û hevkariya leşkerî ya Rûsyayê bi Îranê re dê asteng neke.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken hewl da balê nekişîne ser axaftina li ser astengiyên wiha û got: “Cezayên li ser Rûsyayê hatine ferzkirin, ji ber destwerdana wê ya li ser Ukraynayê ye û tu têkiliyên wê bi lihevkirina nukleerî ya muhtemel a bi Îranê re tune ne.”

‘LÎBYA… NAKOKIYA HEGEMONYAYÊ Û METIRSIYÊN PARÇEBÛNÊ’

Rojnameya El-Beyan têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivisî: “Li Lîbyayê rewşên cuda hene, bi taybet ji ber nakokiya di navbera hikumetên Fethî Başaxa û Ebdulhemîd El-Debîbe de. Di encamê de hêzên leşkerî yên ji Misratayê hatine, li paytextê belav bûn û gelek zeviyên petrolê hatin girtin û taloqkirina rêwîtiyên hewayî di navbera rojhilat û rojavayê welat de berdewam e.

Şêwirmenda NY’yê Stefhanie Wiliams got ew ji ber girtina zeviyên petrolê û rawestandina rêwîtiyên hewayî bi fikar e. Şandeyê taybet ê DYA`yê yê ji bo Lîbyayê û balyozê wê Richard Norland banga vekirina balafirgehên sivîl û bidawîkirina dorpêça li ser saziyên petrolê kir.

Ji nîşaneyên heyî diyar dibe ku Lîbya bi parçebûnê re rû bi rû maye.”

‘ŞERÊ BAJARAN… VEBIJÊRKA MUHTEMEL A RÛSYAYÊ JI BO UKRAYNAYÊ’

Der barê destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Berpirsekî berê yê îstixbarata Brîtanyayê hişyarî da ku dibe ku Rûsyayê bi rastî “şerê bajaran” daye destpêkirin.

Rayedarê berê yê îstixbarata leşkerî û pirsporê kar û barên ewlehiyê û îstixbaratê Philip Ingram got: “Ukraynayê êrişa Rûsyayê sekinand, ji ber wê Rûsyayê dest bi “şerê bajaran” kir.”

Ingram wiha domand: “Rûsya ji sê eniyan ve şer dike û diyar kir ku Rûsya di eniya Kîevê de bi bin ket. Li eniya din, xwest Qirimê bi herêma Donbassê ve girê bide, ji bo Rûsan pêşketin çêdibe lê hêdî hêdî ye.”

Her wiha Ingram got: “Diviyabû li eniya sêyemîn a ji herêmên Donetsk û Lughansk dest pê kiriye, pêşketineke berbiçav çêbûya. Lê tiştek wisa çênebû.”

(şx)