ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-03-2022
8 adar, 2022   00:00

-Di meha Sibata de jî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê dewam kir. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê, 60 welatî hatine revandin ku di navde 4 jin hene, her wiha 6 şûnwar hatin hilweşandin û zêdetirî hezar û 800 dar hatin qutkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolîner û pisporê kar û barên navneteweyî Xalid Mistefa destnîşan kir ku armancên Rûsya ji destwerdana xwe ya li Ukraynayê, niha hatine guhertin û got, Moskov xwe ji cezayan re amade kiriye û pergala diravî ya taybet ji bo xwe ava kir. Mistefa anî ziman ku dibe senaryoyên Sûriyê û Efganistanê li Ukraynayê pêk werin. (BI WÊNE).

JIN

-Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîrozbahî tên lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Jin a Şaredariya Gel a Girkê Legê bi boneya 8'ê Adarê peykerê jinê li qada sereke ya navçeyê datîne, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8'ê Adarê û bi diruşma "Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" Mîhrîcana 4'emîn a Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Têkildarî destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, Îsraîl xwedî helwesteke şermok e, li gel ku  meyla wê heye ku piştgiriyê bide helwesta hêzên rojavayî, parastina xeteke ewle bi Rûsyayê re didomîne. Lê bi demê re dibe ku Îsraîl neçar bimîne ku helwesteke cidî bigire. Gelo Îsraîl ditirse çi ji dest bide? (BI WÊNE).

ANHA