Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8'ê Adarê pîroz kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got 8'ê Adarê roj rojeke dîrokî ye, encama têkoşîna bi milyonan jinên cîhanê ye ku bi berxwedan û têkoşîna tevger û rêxistinên jinan li ser asta cîhanê tacîdar bû.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8'ê Adarê pîroz kir
7 adar, 2022   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Roja Jinan a Cîhanê hate pîrozkirin û hate gotin ku ev roj rojeke dîrokî ye, encama têkoşîna bi milyonan jinên cîhanê ye ku bi berxwedan û têkoşîna tevger û rêxistinên jinan li ser asta cîhanê tacîdar bû.

Her wiha hate diyarkirin ku berxwedana jinên kedkar li hemberî sûcên dermirovî ye û hate gotin, tevî ku zêdetirî sed salî li ser ragihandina vê rojê derbas bibe, lê hê jî jin di nava civakan de rastî rewşên zehmet û hemû rengê tundiyê tên.

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi rewşa jinên Sûriyê hate kirin û ev tişt hate gotin: "

Li Sûriyê, nexasim li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û li kampan, jin di nava mercên zehmet ên şer û wêrankirin de pêşwaziya vê boneyê dike. Ruxmî hemû astengiyan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin ji bo azadî û rûmeta xwe tê dikoşe, pêşengtiya şoreşgerê dike, bi cesaaret hemû astengî û kelemên li pêşiya têkoşîna xwe derbas kirin."

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana şervanên YPJ'ê yên li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir û got: "Şervanên YPJ'ê ji bo parastina gel, xaka xwe û destkeftiyên şoreşa jinê li hemberî terorê û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên berxwedaneke lehengî raber dikin."

(bx)

ANHA