Li Heleb û Dirbêsiyê qadên pîrozbahiyê hatin xemilandin

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Heleb û Dirbêsiyê qadên pîrozbahiya 8'ê Adarê xemilandin.

Li Heleb û Dirbêsiyê qadên pîrozbahiyê hatin xemilandin
Li Heleb û Dirbêsiyê qadên pîrozbahiyê hatin xemilandin
Li Heleb û Dirbêsiyê qadên pîrozbahiyê hatin xemilandin
Li Heleb û Dirbêsiyê qadên pîrozbahiyê hatin xemilandin
Li Heleb û Dirbêsiyê qadên pîrozbahiyê hatin xemilandin
7 adar, 2022   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Paltforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan  ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê û Helebê qadên pîrozbahiya Roja Jinan a Cîhanê xemilandin.

Pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Dirbêsiyê wê sibe saet 10:00’an li qada Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê bike.

Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" û alên Kongra Star hate xemilandin.

Li Helebê jî pîrozbahî wê li taxa Şiqeyêf li dar keve. Dik bi alên YPJ, YPG’ê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankratên "Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

(fr)

ANHA