Şêniyên Dêrazorê ji bo 8'ê Adarê meşiyan

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarokê Cezrat a gundewarên Dêrazorê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û bi dirûşmeya "Avakirina mirovî bêyî beşdarbûna jinan nabe" meşek lidar xist.

Şêniyên Dêrazorê ji bo 8'ê Adarê meşiyan
Şêniyên Dêrazorê ji bo 8'ê Adarê meşiyan
Şêniyên Dêrazorê ji bo 8'ê Adarê meşiyan
Şêniyên Dêrazorê ji bo 8'ê Adarê meşiyan
Şêniyên Dêrazorê ji bo 8'ê Adarê meşiyan
7 adar, 2022   16:06
 DÊRAZOR

Nûnerên hemû sazî û meclisên jinan ên sivîl û  leşkerî û bi sedan xwendekar beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e" û "8`ê Adarê berdewamiya berxwedana jina Efrînî ye" hatin hildan.

Meş ber bi sûka bajarok ve çû. Di meşê de dirûşmeyê silavkirina berxwedana jinê hatin berzkirin. Meş li dibistana bajarokê El-Cezrat veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi Xulûd El-Hesen bi navê Komîteya Perwerde Û Fêrkirinê wiha axivî: "Em 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanêpîroz dikin. Em wê mirova berxwedêr di hemû qadan de silav dikin. Jin hezkirin, hêz, fedekarî û berpirsiyariyê di xwe de kom dike."

Paşê bi navê Koordînasyona Jin a Dêrazorê Neda Mihemed ev tişt anî ziman: "Di vê pêvajoya dîrokî de, bi rihê jina têkoşer ji bo pêkanîna aştî û azadiyê em 8`ê Adarê pîroz dikin da ku em serkeftin û destkeftiyên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest xistine, bi bîr bînin. Ji ber şoreşa jinê ji hemû jinên cîhanê re bûye çavkaniya îlham a xurtkirina têkoşînê."

Neda Mihemed her wiha anî ziman ku çirûska 8`ê Adarê berhema têkoşîna jinan a hember zihniyeta desthilatdar e û çirûska têkoşînê ye ku tu carî nayê vemirandin û got: " Mînaka wê jî şoreşa Rojava ye ku ji bakur û heta rojhilatê Sûriyê belav bûye, bi pêşengtiya jinê ev şoreş tê meşandin û ronahiya wê bi rengê wê yê taybet ronî daye ku dayik dikaribû bibe pêşeng, siyasetmedar û diplomat."

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jinan bidawî bû.

(bx)

ANHA