Li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahiyên 8’ê Adarê

Dika Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahî li dar xist.

Li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Til Hemîs û Til Birakê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
7 adar, 2022   15:08
QAMIŞLO

Şêniyên Til Hemîs a Qamişlo bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li navenda çandê ya navçeyê pîrozbahiyek li dar xist.

Di pîrozbahiyê de bi dehan jin û şêniyên navçeyê, endamên Kongra Star, saziyên civaka sivîl, PYD’ê û endamên navenda çandê ya Til Hemîsê beşdar bûn.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Kongra Star a Qamişlo Henîfe Mihemed ev bone li tevahî jinên cîhanê bi taybet li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê pîroz kir, her wiha tevahî şehîdên jin ku di oxora azadî û rûmetê de canê xwe daye û destanên qehremantiyê nivîsandin, bi bîr anî.

Henîfe Mihemed da zanîn ku şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa tevahî jinên cîhanê ye û wiha got: "Divê em rêxistin û tevgerên jinan hevgirtî bin ku armancên xwe yên rewa pêk bînin û civaka demokratîk ava bikin ku tê de nirxên edalet, wekhev û azadiyê hebe û diruşma xwe "Bi hev re parastina şoreşa xwe bike û xaka xwe rizgar bikin" misoger bikin."

Li aliyekî din jî Hevseroka PYD’ê ya Til Hemîsê Belqîs El-Ebdullah di destpêka axaftina xwe de fedekariyên şehîdan ên di oxira şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rûmet û azad bijîn de, bi bîr xist.

Belqîs El-Ebdullah bal kişand ser têkoşîna jinan li hember siyasetên ku hewl didin nasnameya jina azad têk bibin.

Dûvre Hevseroka Şaredariya Gel a Til Hemîsê Mawiye El-Hedîd axivî û wiha got: "Jinan bi rêya Şoreşa Rojava karî rola xwe ya pêşeng di hemû mecalan de bilîsta û bi rêya rêxistinkirina xwe daxmaya xwe li şoreşê da û hîna jî di têkoşîna xwe ya parastina destkeftiyên şoreşê û gihandina ber bi azadiyê ve berdewam dike."

Mawiye El-Hedîdî wiha domand: "Jinan hêza xwe ya pratîkî di parastina welat û civakê de îsbat kir û bi rêya berxwedana xwe li hember hemû zextên jiyanê civak ber bi pêşxistinê ve bir ku hatibû paşguhkirin û kelepçekirin. Piştî damezrandina saziyên jinan rola wê bi awayekî mezin di rêvebirina civakê de xuya kir."

Piştî axaftin bi dawî bûn, komên Lorîn Ereb û Cebel Qamişlo gelek stranên folklorîk pêşkêş kirin, her wiha koma Hîlala Zêrîn govenda folklorîk pêşkêş kir.

TIL BIRAK

Girêdayî heman mijarê, Dika Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê şahiyek li navenda çandê ya li rojavayê navçeyê li dar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Kongra Strar a Til Birak Rusil Hesen ev bone li hember jinên cîhanê û yên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û têkoşîna her jinekê ku ji bo rizgarkirina jinan li ber xwe daye, pîroz kir.

Dûvre li ser navê YPJ’ê Nazlî Canê axivî û da zanîn ew ê heta pêkanîna azadiya hemû jinên cîhanê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Li kêlek wê jî endama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birakê Sara Behlewî rola jinan pîroz kir ku hebûna xwe di tevahî mecalan de îsbat kir û wiha got: "Jina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe îsbat kir, rêveberî kir û di hemû aliyên partîtî, rêvebertî û siyasetê de xwe îxbat kir."

Şahî bi şano, stran û govendên folklorîk berdewam kir.

(fr)

ANHA