Li Derayê mayinek teqiya

Dema panzêreke hêzên hikumeta Şamê di rêya navbera bajarê Hîrak û bajarokê Siwer ê rojhilatê Derayê re derbas dibû, mayinek teqiya. Di encamê de leşkerek birîndar bû.

Li Derayê mayinek teqiya
7 adar, 2022   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dema panzêreke hêzên hikumeta Şamê di rêya navbera bajarê Hîrak û bajarokê Siwer ê li rojhilatê Derayê re derbas dibû, mayinek teqiya û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû. Piştre yekser hêzên hikumetê leşkerên xwe li herêmê bi cih kirin û gule reşandin.

SOHR`ê diyar kir ku ji destpêka Çileyê ve li Derayê 78 hedefgirtinên cuda pêk hatin, di encamê de 60 kes hatine kuştin û ji wan 30 sivîl in, 23 leşkerên hêzên hikumetê û hevkarên saziyên ewlekariyê, her wiha 3 çekdarên ku "lihevkirin" qebûl kiribûn û dûre tev li tu aliyên leşkerî nebûbûn, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê û 3 kesên nenas in.

(eh)