​​​​​​​Peyama YJŞ’ê ya 8’ê Adarê: 'Jin, jiyan, azadî' bûye dirûşma sedsala 21'an

YJŞ'ê bi boneya 8'ê Adarê peyamek da û bal kişand ser birêxistinbûn û xweparastina jinan û hate gotin “Xwezaya jinan ji her demê bêhtir ronî bûye. Ya herî girîng jî, dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bûye dirûşma sedsala 21'an.”

​​​​​​​Peyama YJŞ’ê ya 8’ê Adarê: 'Jin, jiyan, azadî' bûye dirûşma sedsala 21'an
7 adar, 2022   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek da.

Fermandariyê 8'ê Adarê di destpêkê de li rêber Abdullah Ocalan, li hemû jinan pîroz kir û şehîd bi bîr anîn.

Di peyamê de hate bibîrxistin ku di bingeha 8'ê Adarê de berxwedan heye, bi berxwedan û berdêlên giran ên jinan hatiye afirandin û hate gotin: "Ji bo me 8'ê Adarê nîşaneya keda jinan e. Li hemberî neheqî û qirkirinê bi wateya israra têkoşîna azadiyê ye."

Fermandariya YJŞ'ê destnîşan kir ku 8'ê Adarê li dijî desthilata zilaman, serhildana jinan û çanda berxwedanê ye.

Fermandariyê ragihand ku bi saya Tevgera Azadiyê ew bi qedir û qîmetê vê rojê hesiyane û wiha dewam kir: "Ji bo jinên birêxistinkirî, xwedî vîn û xweparastinê, hemû rojên salê rojên jinan in."

Fermandariya YJŞ'ê diyar kir ku li Şengalê li ser mîrateya 8'ê Adarê têkoşîn tê meşandin û îşaret bi têkoşîna şehîd  Berîvan, Binevş, Arîn, Nazê û Şîlan kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi xwefedakirinê, bi tevlîbûna dilxwazî ya li nava cenga azadiyê, vê rojê pêşwazî dikin û hate gotin: "Bi vî awayî her roj bi rengê jinan xemiliye, her kêlî bi pêşengiya jinan dimeşe. Xwezaya jinan ji her demê bêhtir ronî bûye. Ya herî girîng jî, dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bûye dirûşma sedsala 21'an."

Di dawiya daxuyaniyê de 8'ê Adarê li milîtanên jin ên di çeperên şer de li ber xwe didin û li dayikên serhildêr hate pîrozkirin û hate gotin: "Em wek hêzên YJŞ'ê vê rojê li rêber Apo, hemû hevalên di çeperên şer de, li hemû jinên bexwedêr bi dil û can pîroz dikin. Em careke din dibêjin, jin wê bi berxwedanê azad bibin."