Rojnameyên erebî: Di kemîneke DAIŞ`ê de gelek leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rojeva Sûriyê, dosyaya hikumeta Iraqê û kar û barên Ukraynayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Di kemîneke DAIŞ`ê de gelek leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Rojnameyên erebî: Di kemîneke DAIŞ`ê de gelek leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Rojnameyên erebî: Di kemîneke DAIŞ`ê de gelek leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
7 adar, 2022   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

`DI KEMÎNA DAIŞ`Ê DE LI TEDMURÊ 13 LEŞKERÊN HIKUMETA ŞAMÊ HATIN KUŞTIN`

Rojnameya El-Itîhan a Îmaratê der bar rojeva Sûriyê de wiha nivisî: “Duh di kemîna DAIŞ`ê de li beyara Tedmurê 13 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 18 leşker birîndar bûn ku di nav wan de efser jî hene.

Çavkaniyekî leşkerî got: “Otobûsa leşkeran li beyara Tedmurê hat hedefgirtin.”

Li gorî çavkaniyên nêzî hikumeta Şamê, DAIŞ berpirsa êrişê ye ku hîna gelek deverên berfireh li herêma Hemîme ya bakurê rojhilatê Tedmurê heta bigihêje sînorên Sûriyê û Iraqê, kontrol dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku duh şaneyên DAIŞ`ê êrişeke berfireh bir ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên nêzî gundê El-Sewab li rex Stastyona T2 ya beyara rojhilatê Himsê.”

`ERKA SEROKATIYÊ JIYANA ROJANE YA IRAQIYAN RAWESTAND`

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Heta niha û piştî derbasbûna zêdetirî 4 mehan, hêzên siyasî serokkomarekî nû hilnebijart.

Ji duh ve muhleta 3 rojan dest pê kir ku namzet navên xwe bidin. Sibe ev muhlet bi dawî dibe.

Li gorî nîşaneyên civîna sêalî, hêzên siyasî got PDK dê Fadil Mîranî li şûna Rêber Ehmed bike nemzetê serokkomariyê, lê parlamenterê Hevbendiya Serdest ev îdia red kir û got PDK`ê namzetiya Rêber Ehmed nekişandiye.

Ruxmî wê jî heta ku Mîranî bi Rêber Ehmed hat guhertin, ev tê wateya ku pirsgirêkek di hundirê hevbendiya sêalî de heye. Heke tenê îdia be, ev tê wateya ku armanca ji civînê ew bû ku dengên zêdetirî nîvê parlamenteran bi dest bixin, heta ku nemzetiya Ehmed were qebûlkirin, li gel ku YNK`ê namzetiya Berhem Salih nekişîne û Muqteda El-Sadir helwesta xwe ya redker a li hember Çarçoveya Koordînekirî naguhere.”

`AJANSA ENERJIYA ATOMÊ: RÛSYAYÊ STASYONA NUKLEERÎ YA UKRAYNAYÊ KONTROL KIR`

Girêdayî rewşa li Ukraynayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî duh eşkere kir ku karkarên stasyona Zaporizhia ya nukleerî karê xwe dewam dikin. Lê niha rêveberiya wê di destê fermandarê hêzên Rûsyayê ye de ku stasyon desteser kir.

Ajansê rave kir ku ew gelekî bi fikar e û got: “Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê li stasyonê torên telefonê û înternetê qut kirin. Yanî êdî ne pêkan e ku agahiyên pêbawer ji wir bên girtin.

Gerînendeyê giştî yê ajansê Rafail Grossi got: “Ji bo xebitandina stasyonê bi awayekî ewle, divê derfet ji rêveber û karmendan re bê dayîn ku bê mudaxele erka xwe bînin cih.”

(şx)