Şam dixwaze xwepêşandanên li Siweydayê berovajî bike

Li bajarê Siweydayê xwepêşandanên gel berdewam dikin, hikumeta Şamê li şûna bersiva daxwazên gel bide, hewl dide xwepêşandan têk bibe û berovajî bike. Siyasetmedarekî sûrî dibêje çareserî di damezirandina rêveberiyeke nenavendî de ye ku mafên hemû sûriyan misoger bike.

Şam dixwaze xwepêşandanên li Siweydayê berovajî bike
7 adar, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÊWANÎ

Hikumeta Şamê bi hemû rêbazan hewl dide xwepêşandanên li bajarê Siweydayê têk bibe û rêya wê berovajî bike.  Ev yek di şandina sewqiyatên leşkerî yên mezin ber bi herêmê ve, tirsandina wan bi vegera DAIŞ'ê û tawanbarkirina xwepêşanderan bi sîxuriyê, diyar dibe.

Ji destêka Sibata borî ve şêniyên Siweydayê li dijî biryarên aborî û siyasî yên hikumeta Şamê di xwepêşandan de ne. Bi demê re li hemberî rewşa debarê rabûn û banga hilweşandina rejîmê kirin, her wiha daxwaza pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254’an dikin.

Hêzên siyasî û gelek kesayetên ji şêniyên parêzgehê banga pêkanîna modela Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

TEVLÎHEVÎ Û KUŞTIN

Ji ber xwepêşandan û sewqiyatên leşkerî, şandeyek leşkerî  ya rûsî di 10`ê Sibata borî de serdana parêzgehê kir û bi parêzgar û serokê şaxê Ewlekariya Dewletê Nemîr Mexlûf re civiya ku berê ferman dabû rêveberên komên çekdar ên herêmî yên li Siweydayê ku bi hinceta "ferzkirina îtîbara desthilatdariyê" destûr dide kuştina sivîlan. Ev jî li gorî  dengên tomarkirî ku ji aliyê rûpela "ANS" ve hate belavkirin.

Bajarê Siweydayê di nava tevlîheviyeke ewlehî û belavbûna tundî û kuştinê de ye.  Li gorî belgeyan malpera 'Toreya Siweyda 24` di meha Sibatê de ji ber tundiyê li deverên cuda yên parêzgehê 2 kes hatin kuştin û kuştin û 4 birîndar bûne, her wiha 3 ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.

DAXWAZÊN SERERASTKIRINA REWŞÊ

Xwepêşandêran xwestin ku dosyaya gendeliyê were vekirin û hesabxwestina ji berpirsên gendelî were xwestin, pereyên ku hatine dizîn li xezîneya dewletê vegerin, karta smartê were betalkirin û tevahî mafên welatiyan li gorî destûrê werin bicihanîna, jiyaneke bi rûmet were misogerkirin, tevahî daxwazên welatiyan ji av, sotemanî, pêwîstiyên nexweşxane, perwerde, xwarin bi nirxê guncaw û bêyî qeydan werin dabînkirin.

Her wiha bang li hikumetê kir ku çarenûsa girtiyan li gorî lîsteyan eşkere bike û hesabxwestineke paqij ji wan re were çêkirin, dosyaya kesên windayê were şopandin û çarenûsa wan were naskirin, rê li ber belavbûna narokîtkê were girtin, mafên malbatên şehîdan û birîndarên di qadên welat de bêyî cûdahî pêk were.

Endamê damezrînerê Kombûna Niştîmanî ya Sûriyê Yasîn El-Belxî ji ANHA`yê re diyar kir ku xwepêşandanên dawî yên li Siweydayê  ji ber binpêkirin, bêparmayîn û tevliheviya rewşên ewlehî û aborî pêk tên.

El-Belxî bal kişand ser bajêr beriya ku xwepêşandanên dawî li dar kevin û wiha got: "Rewşa Siweydayê weke herêmên din ên Sûriyê bû. Ji ber kiryarên rejîmê û siyaseta tirsandinê şêniyên wê gelek zor û zehmetî kişandin.

El-Belxî wiha domand: "Ji destpêka şoresa 2011`an ve bîranînên 2000`an hîna zindî bûn. Gelek kes li Siwêdayê tev li şoreşê bû. Li gelek bajar û bajarokên Siwêdayê ji bo destekdayîna şoreşê û bajarên dorpêçkirî, tev li xwepêşandanan bûn. Gelek ji gelê Siwêdayê hatin girtin û heta niha jî çarenûsa piraniya wan ne diyar e. Gelek ji pêkhateyên parêzgehê li deşta Horanê di nava birayên xwe de dema ku parastina wan herêman dikirin şehîd bûn û li hember amûra kuştinê û dorpêça li ser Derayê bi hemû derfetên xwe sekinîn û destek dan şêniyên çiyê û deştê." 

Di sala 2000`an de şerekî dijwar di navbera durziyên Siwêdayê û koçerên wê de çêbû. Ew jî ji ber ku gelek koçerên girêdayî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê adatên civakî li herêmê binpê kirin. Lê di rastiyê de ne şerekî bi koçeran re bû mîna ku çapemeniya hikumeta Şamê ragihandibû û koçer ne aliyekî sereke bû tê de. 25 kesên ku di wan bûyeran de hatine kuştin, hemû bi guleyên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin, ji ber wê xwepêşandan li bajêr dest pê kirin. Hikumetê jî yekser ew xwepêşandan belav kir û ew jî bi rêya tevlîheviyê û destwerdana dijwar.

Yasîn El-Belxî wiha pê de çû: "Rejîm û saziyên wê yên ewlehiyê dixwestin her du bajar Siweyda û Dera nêzî hev nebin. Ji ber wê eşqiya û diz di derxistina tevliheviyê li her du parêgehan bi kar anîn. Da ku şoreşa li Siwedayê ji armanca wê ya aştiyane dûr bixe.”

Her wiha El-Belxî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Lê bêaliya Siweyda ji bo hemûyan tiştek baş bû. ciwanên xwe ji şer dur xist. Ji gelekan re bû stargeh ku malên wan wêran bûn û gef li ser wan hene. Gelek ji wan hîna li Siweydayê ne. Îranî jî hegemoya xwe li Siweydayê berfiretir kir û desthilata rejîmê ya li bajêr kontrol kir ku bûyerên revandinê, kuştin, tirsandina û bazirganiya narkotîkê li bajêr pêk tîne."

El-Belxî diya kir ku ev şêniyên Siweydayê ji ber vê tevliheviyê hêzên siyasî û leşkerî mîna Mêrên Rûmetê (Rîcal El-Keramê) ava kirin ku di 2013`an de hat damezirandina. Di encamê de hikumeta Şamê siyaseta tirsandinê li dijî şêniyan bimeşîne û DAIŞ derbasî gundewarê rojhilat kir. Armanca wê ya sereke ew bû ku parêzgehê ji bêaliyê dûr bixe."

`PEYAMEKE GEFXWARINÊ`

Di berdewama nirxandina xwe de Yasîn El-Belxî got ji wê dem û vir ve, rewşên aborî û ewlehiyê aloz in, tevlihevî heye, ji ber wê xwepêşandan dîsa li dar ketin.

Bi destpêkirina xwepêşandanan re hikumeta Şamê bi hiceta vegera DAIŞ`ê yekser sewqiyatên leşkerî anîn bajêr. Tora Siweyda 24 a xwecih got: “Xetereya DAIŞ`ê dîsa ket rojeva Siweydayê, piştî ku saziyên ewlehiyê li gelek gundên rojhilatê beyarê dewriye li dar xistin. Lê li van herêman ji 3 salan ve tu tevgerên DAIŞ`ê çênebûne.”

Li gorî toreya xwecih, gelek nûnerên saziyên ewlehiyê bi rûspiyên Siweydayê re civiyan da ku bi sedema dewreyeyê agahdar bikin. Her wiha îdia kirin ku tevgera şaneyên DAIŞ`ê li beyarê zêde bûye. Li aliyekî din destnîşan kirin ku hikumeta Şamê dibe nuqteyên leşkerî li herêma rojhilat di çend rojên bê de ava bike da ku şêniyan biparêze.

Der barê vê yekê de Yasîn El-Belîxî wiha axivî: "Rejîm behsa van sewqiyatan dike da ku parêzgehê ji êrişa DAIŞ`ê biparêze û ew jî weke peyamekê ji xwepêşandêran re ye û naveroka wê ku heger hûn xwepêşandanan bi dawî nekin, em ê DAIŞ`ê di nava we de belav bikin. Ji bo ku xwepêşandan ji armanca wê ya sereke dûr bixe diz û eşqiyayên girêdayî xwe tev li xwepêşandanan kir. Lê di vê yekê de bi ser neket."

Çeteyên DAIŞ`ê di sala 2018`an de êrişî gundewarên rojhilatê Siwêdayê kir û di encama wê de nêzî 200 kes hatin kuştin. Ev jî ji aliyê herêmî ve rexne li hêzên hikumeta Şamê hate kirin ji ber gelê herêmê tenê hiştin ku bersiva êrişan bidin.

`BÊHÊZÎ... NIYETÊN EŞKERE`

Têkildarî îdiayên dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê ku xwepêşandar sîxuriyê ji Îsraîlê re dikin, El-Belxî got: "Ji vê yekê diyar dibe ku hikumeta Şamê nikare rê li pêşiya van xwepêşandanan bigire. Nikarî wan bi terora islamî tawanbar bike, difikirî ku dê karibe li ser têla neteweyî bilîze lê êdî ev yek ji hemûyan ve eşkere bûye."

El-Belxî destnîşan kir ku ji ber xwezaya rejîmê ya zordest û dîktator, dema xwepêşandan dest pê bikin, li şûna çareserkirinê û pêkanîna guhertinan ji bo bidawîkirina azarên xwepêşandêran, gefê bi kar tîne da ku rewşê aloztir bike, xwepêşandan ji rêya wê ya aştiyane dûr bixe û berê wê bide şerê ku dixwaze pêk bîne. Ji ber ku li gorî El-Belxî hikumeta Şamê tenê bi rêya tundî û çek xwe li ser lingan digire.

El-Belxî bi domdarî wiha got: “Tiştek di destê wê de nemaye. Êdî siyasetên wan dewletan pêk tîne. Heta artêşa û hêzên ewlehiyê bûne milîs û girêdayî û Îran û Rûsyayê bûne. Ji ber wê Sûriye bi xetereyeke trajedîk re rû bi rû maye. Nexasim ku bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Heke ev hêz li Sûriyê şer bikin, em dê tenê di destê wan de bibin amûr.”

Her wiha El-Belxî bal kişand ser tevliheviya ewlehiyê û got: “Rejîm destekê dide vê yekê û sûdê jê digire. Ji ber ku mîna hevalbendên xwe baş dizane her aramiyek an jî vegera jiyana asayî, tê wateya bidawîbûna wan. Dê sûcên wan li dijî gelê Sûriyê eşkere bibin.”

‘RÊVEBERIYA NENAVENDÎ ÇARESERÎ YE Û DAXWAZE SÛRIYAN E’

Yasîn El-Belxî rave kir ku ew piştgiriya şêniyên Siweydayê dike û got: “Ji mafên wan e ku nêrîn û daxwazên xwe bînin ziman. Em bi wan re ne. Ji ber ku daxwazên wan daxwazên gelê Sûriyê bi giştî ne.”

Endamê damezirîner ê Kombûna Nîştimanî ya Sûriyê li Başûr Yasîn El-Belxî di dawiyê de got: “Rêveberiya nenavendî çareseriya herî guncaw e. Ji ber ku mudaxeleya hêzên ewlehiyê di her tiştî de sînordar dike. Azadî, edaleta civakî peyda dike. Guhertinên rasteqîn pêk tîne ku her herêmek li gorî taybetmendiya xwe sûdê jê digire. Pêkanîna biryara NY’yê ya 254’an rêya bidawîkirina şer û tevliheviyê ye. Maf dide gelê Sûriyê ku rêveberiya xwe ya rasteqîn bi awayekî aştiyane hilbijêre.”

ANHA