Çeteyên sûrî û biyanî li Ukraynayê ne, gelo dê çawa bandorê li Sûriyê bike?

Lêkolîner Dr. Ehmed El-Durzî got gelek îdia hene ku dewleta Tirk çeteyên sûrî û biyanî beramber pereyekî mezin bi çek dike û dişîne Ukraynayê da ku li dijî Rûsyayê şer bikin. Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê jî got dewleta Tirk bi dizî çeteyan dişîne da ku parastina hevsengiya têkiliyên xwe bi Rûsyayê û rojavayiyan re bike. Gelo dê ew yek çawa bandorê li Sûriyê bike?

Çeteyên sûrî û biyanî li Ukraynayê ne, gelo dê çawa bandorê li Sûriyê bike?
Çeteyên sûrî û biyanî li Ukraynayê ne, gelo dê çawa bandorê li Sûriyê bike?
7 adar, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞEYMA ELÎ

Dewleta Tirk bi rêya siyasetên xwe yên kirêt hewl dide hemû aliyan qezenc bike ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Carekê têkildarî tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ukrayna ji ber tirsa xwe li hember berjewendiyên xwe li Sûriyê yekalî ye. Careke din jî balafirên bêmirov dişîne Ukraynayê, her wiha çeteyên sûrî û biyanî bi çek dike û bi awayekî nepen destekê dide Ukraynayê da ku Rûsyayê li Sûriyê bi hêrs neke.

Şandina çeteyan li qadên germ ên cîhanê bi armanca berfirehkirina berjewendiyên xwe ji bo dewleta Tirk ne tiştekî nû ye, berê jî şandin Lîbya û Qerebaxê. Niha jî, piştî tevgerên leşkerî yên Rûsyayê di 24’ê Sibatê de li Ukraynayê hewl dide çeteyan bişîne Ukraynayê ku li hember Rûsyayê şer bikin. Li gorî agahiyên heyî, îstîxbarata Tirk dê zêdetirî 2 hezar û 500 çeteyên sûrî bişîne Ukraynayê da ku li dijî Rûsyayê şer bikin.

Di vê çarçoveyê de pisporê dozên ewlehiyê yê Sûriyê Seîd Faris El-Seîd eşkere kir ku nêzî 2 hezar û 500 çete di bin çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk de ne ku xwe amade dikin derbasî Ukrayna bibin.

Malpera Pars Today ji malpera Al-Malûm ragihand ku pisporê taybet bi dozên ewlehiya stratejî ya Sûriyê Seîd Faris El-Seîd daye zanîn ku 2 hezar û 500 çeteyên li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê xwe amade dikin ku derbasî Ukraynayê bibin ku li dijî Rûsyayê şer bikin.

Li gorî raporê, dê îstîxbarata dewleta Tirk çavdêriya li ser kiryara veguhastina çeteyan ber bi Polonyayê û piştre Ukraynayê ve bike û piranî çete sûrî, Ereb û Çeçen in.

Li aliyekî din jî ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê 5’ê Adarê got çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku karmendên ewlehiya Ukraynayê li kêleka serbazên MÎT’a Tirk serdana herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê kir û civîn li dar xistin, tê de li ser sazûmaniyên çekdarî yên alîgirên dewleta Tirk ên li wir, derfetên biçekkirinê di refên parastina herêmî li Ukraynayê de nîqaş kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, di 4’ê Sibatê de komek ji 3 endamên ewlehiya Ukraynayê tevî serbazên MÎT’a Tirk berê xwe da herêmên di bin serweriya dewleta Tirk ên li bakurê Sûriyê de, li kêleka wê jî berê xwe dan Efrîn û Ezazê.

Her wiha çavkanî got endamên ewlehiya Ukraynayê serdana baregeheke koman kir û gelek serekên komên alîgiriya dewleta Tirk dîtin, ji wan Firqet Sultan Murad û Lîwa El-Mutesim, her wiha serdana baregehên komên çekdar ên din kir.

Berdevkê leşkerî ji RIA Novostî re got têkildarî van peywendiyan nîqaş li ser derfeta biçekkirinê di refên hêzên parastina herêmî ya Ukraynayê de hatin kirin. Her wiha li ser birêxistinkirina rêzecivînên nepen bi kesayetên têkildar re hat lihevkirin.

TEŞWÎQKIRINA BI PEREYAN KU ŞER LI UKRAYNAYÊ BIKIN

Têkildarî vê yekê, lêkolîner Dr. Ehmed El-Durzî ji ajansa me re wiha got: "MÎT’a Tirk bi tenê naxebite, lê bi îstîxbarata Amerîkayê re kar dike."

El-Durzî wiha got: "Heta niha tu çekdarekî sûrî ji Idlibê nehatiye veguhastin. Lê yên hatine veguhastin di çarçoveya projeya berê ya par de çêbû. Ew çeteyên hatine veguhastin, komên biyanî yên ji Ûygûr, Ozbekistan, Çeçen, Qefqasyayê ne. Lê ew yek piştî zexta li ser emîrê rêxistina Fetih El-Şamê ku Cebhet El-Nusra (Tehrîr El-Şam) Ebû Mihemed El-Colanî hatin derxistin. Da ku werin derxistin û ji nû ve werin perwerdekirin û li beramberî wê jî sîfeta terorê ji ser vê rêxistinê were rakirin. Yê herî girîng jî Ebû Mislim El-Şîşanî ku çekên wî û çekên komên girêdayî wî hatin wergirtin."

El-Durzî ev tişt got: "Ev kom bi rêya deriyê Xirbet El-Coz ber bi herêma navê wê Border ve hatin derxistin. Di vê herêmê de ev çekdar ji nû ve bi destê MÎT’a Tirk hatin perwerdekirin û beşek ji wan ber bi Kazaxistanê ve şandin û tev li tevgera leşkerî ya li wir bûn. Wê jî hişt ku artêşa Rûsyayê bi lez destwerdana bike û wan tune bike, beriya ku tecrubeya Sûriyê û Lîbyayê dubare bibe û şoreş ji nû ve bi bin bikeve."

El-Durzî ev tişt anî ziman: "Yên mayî jî şandinê Ukraynayê da ku wan ji nû ve li dijî artêşa Rûsyayê bi kar bînin ku ewlehiya xwe ya neteweyî biparêzin. Ew niha hewl didin feyleqekî ji biyaniyan çêkin, wek serokê Ukraynayê Zelensky ê bi nasnameya îsraîlî gotiye, ku dê çeteyên sûrî yên xwedî pisporên şer bi komên cîhadîst re tev li wê feyleqê bibin û peymanek bi 3 hezar dolarî hat îmzekirin."

VEGUHASTINA BI ŞÊWEYEKÎ NEPEN

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê jî wiha got: "Heta niha tu çavkaniyekî piştrast nekiriye ku dê MÎT’a Tirk çeteyan vediguhêze Ukraynayê. Lê dema çete veguhastin Lîbya û herêma Qerebaxê li ser wê mijarê hate axaftin û bi rastî jî çete hatin veguhastin. Mesele bi awayekî nepen pêk tê."

Pîrê wiha domand: "Lê analîz, helwestên navneteweyî û mijar êdî eşkere bûye. Ji ber dewleta Tirk destwerdan li gelek dosyayên netêkildarî wê kir, çete bi kar anîn. Her wiha daxuyaniyên kesên xwe mamosteyên rêxistina Îxwan El-Mislimîn dibînin û propagandaya vê rêxistinê dikin, dest bi fetweyên çûna ber bi Ukrayna ve kirin ku şerê Rûsya bikin. Ji ber Rûsya li Sûriyê destek da rejîmê. Ev hemû mijar piştrast dikin ku dê dewleta Tirk çeteyên sûrî bişîne Ukraynayê ku bi ukrayniyan re şerê li dijî rûsiyan bikin."

‛DEWLETA TIRK ÎSTÎQRARA HERÊMÊ TEVLIHEV DIKE’

Dewleta Tirk parçeyek ji NATO’yê ye, ne pêkan e ew dev ji erka xwe ya di vê hevalbendiyê de berde ku ew desteka leşkerî, lojîstî û siyasî dide wê. Li ser vê yekê Dr. Ehmed El-Durzî ev tişt got: "NATO derfetên mezin dide dewleta Tirk ku projeya xwe ya berfirehkirinê li herêmên xwedî armancên neteweyî yên dewleta Tirk in pêk bîne, mîna li naverasta Asya, ew jî 5 dewlet in; Azerbaycan, Tirkmenistan, Kazaxistan, Ozbekistan û Tacekistan û piştre xwe bigihîne herêma bakurê rojavayê Çîna, ew jî herêma Ûygûr e.

El-Durzî wiha berdewam kir: "Bi wê re armanc û hedefên DYA’yê yên tevliheviya ewleh û îstîqrara Rûsya û Çîna pêk tîne, ku şerekî sar li hember Rûsya û Çîna pêk tîne û dibe ku bibe Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heke DYA’yê tevliheviya îstîqrara wan ranewestand."

FÊLBAZIYA DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk di helwesta ya li hember tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukrayna de fêlbaziyê dike. Her wiha îdia dike ku ew amade ye ku bibe navbeynkar ku danûstandin bi ser kevin, lê li hember wê yekê balafirên bêmirovî dişîne Ukrayna, li gel wê jî tengav li hember keştiyên Rûsyayê girtin, çeteyên sûrî bi çek kirin ku bişîne Ukrayna ku razîkirina DYA’yê wergire.

Di vî warî de El-Durzî wiha dibêje: "Dema vê fêlbaziya dewleta tirk ên teng dibe. Her wiha derfeta ku Rûsya dewleta Tirk ber bi xwe ve bikişîne û wê ji NATO’yê bi derxe bi bin ket, ew yek ji ber gelek tedbîran pêk hat. Ji wan jî dayîna balafirên Bayraktar ji Ukraynayê re ji aliyekî ve û destekdayîna îstîxbaratî ya mezin ji Ukrayna re, da ku bigihîne herêma di navbera Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê de li Deryaya Reş. Ew jî bi hinceta lêgerîna li gazê li Deryaya Reş. Lê di rastiyê de da ku korîdorekî deryayî ji Ukraynayê re dabîn bike."

Lê Kadar Pîrê jî wiha anî ziman: "Dewleta tirk hewl dide fêlbaziyê bike û ço ji nîvê wê de bigire û xwe xuya bike ku ew çareyên aştiyane dixwaze, têkilî bi Pûtîn re datîne  û dixwaze bibe navbeynkarê Rûsya û Ukrayna. Lê ji aliyekî din ve jî balafirên bêmirov dide Ukrayna ku rola wan di şerê li Ukraynayê de aktîf in. Bê guman ger dewleta Tirk helwesta xwe ji Rûsyayê re eşkere kir dê Sûriyê ji dest bide, ji ber peymanên wan ên eşkere û nepenî têkildarî dosyaya Sûriyê hene, hîna Efrîn şahideya wê yekê ye."

Pîrê ev tişt berdewam kir: "Xal dualî ye. Dewleta Tirk wê yekê bi awayekî neeşkere dike, lê helwesata xwe ku li dijî Rûsyayê ye eşkere nake. Dewleta Tirk heta vê kêliyê fêlbaziyê dike yan jî li ser du werîsan bi Rûsyayê re carekê û bi Amerîka re careke din dilîze. Lê hedefa wê ya yekemîn her tim têkbirina gelê Kurd e."

Têkildarî siza û girtina tengavan li hember keştiyên Rûsyayê Pîrê ev tişt xuyan kir: "Dewleta Tirk di vê mijarê de ne zelal e. Yek dibêje dewleta Tirk li gorî vê mijarê tev nagere û ji aliyekî din jî ve jî berpirsekî tirkî got ew ê deriyan li hember hemû keştiyan bigirin, lê li gorî sizayên Amerîka û Ewropa diyar nekir ku dê derî li hember keştiyên Rûsya werin girtin. Ji ber wê deweta Tirk hewl dide parastina xeta navîn bike ku helwesta xwe li Sûriyê ji dest nede."

‛LÎSTIKÊN TIRKAN EŞKERE NE’

El-Durzî têkildarî dosyaya çeteyên biyanî yên îslamî destnîşan kir ku ev ne sedemeke ku dê nakokiya di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de bilind bibe, ji bilî şandina çeteyên îslamî yên biyanîî û yên sûrî. Lê pêkanîna peymana Montreux hişt ku nakokî bilind bibin. Ji ber dewleta tirk nahêle keştiyên şer ên Rûsyayê derbasî baregeha Tartûsê ya deryayî  û beravên Rûsya yên li Deryaya Reş bibin. Ew jî fişarekê li ser armancên wê çêkdike, lê sîwan Amîera û NATO’yê ne.

Rûsya fêlbaziya dewleta Tirk bi awayekî zelal keşf kir. Wê yekê jî hişt Rûsya navbeynkdariya dewleta Tirk di navbera wê û Ukraynayê de red bike. Li ser vê yekê El-Durzî wiha got: "Dewleta Tirk di mejiyê siyasî ya rûsî de aliyekî vî şerî ye û aliyekî din gefên li ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê ye ku ew jî xwedî roleke mezin e ku NATO pişta xwe dide wê. Da ku armanca xwe ya têkbirina Rûsya û rola wê li cîhanê pêk bne."

‛RASTIYÊN PERGALEKE NÛ’

Têkildarî bandorên şandina çeteyan ji hêla dewleta Tirk ve li Ukrayna û bandorên wê li ser dosyaya Sûriyê El-Durzî ev tişt xuya kir: "Ez texmîn nakim ku dê Rûsya bi awayekî yekser dosyaya Sûriyê veke bi taybet jî têkildarî hêsankirina Moskovê ji Enqereyê re ku têkeve herêmên li Efrînê bi lihevkirina bi DYA’yê re û dagikirina herêma bakur a ji Girê Spî heta bi Serêkaniyê û beriya wê di 2016’an de jî li Cerablusê."

El-Durzî wiha got: "Niha nakokiyek di navbera Rûsya û dewleta Tirk de heye. Dema lihevkirina giştî ne pêkan e berdewam bike. Lê ez texmîn dikim ku Rûsya niha ne amade eniyekî din bi dewleta Tirk re veke, ji bilî heke bi awayekî mezin hate dorpêçkirin û rola dewleta tirk bi awayekî mezin di şerê li Ukraynayê de yan jî li herêma Deryaya Reş an jî li herêmên ji dewletên Asya Navîn eşkere bû. Ew jî gefên Amerîka û NATO’yê li dijî Rûsyayê zêde dikin."

Li gorî El-Durzî, di pêvajoya piştî Ukraynayê de dê hesab ne tenê bi Rûsyayê re lê belê bi Çîna ku bi awayekî sar ber bi dosyayên cîhanê ve diçe, were guhartin, lê belê mezinahiya xeteriyên dewleta Tirk dizane.  Van her du dewletên ku di destpêka meha borî de peymana hevkariyê bi hev re îmze kir, dê bi şêweyekî zêde piştî şerê Ukrayna tev bigerin da ku rastiyên pergala nû îsbat bikin. Dê rola dewleta Tirk jî di NATO’yê de tune be, dê tenê fatoreya yekalîbûnê bide. Lê heke rêya xwe guhart dê mijar cuda be. Ez texmîn dikim ku piştî bidawîbûna şerê li Ukrayna rageşiyeke Rûsya ya eşkere li Sûriyê çêbibe."

CIHÊ DEWLETA TIRK DI ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ DE

Pîrê li ser vê yekê wiha got: "Dewleta Tirk di dosyaya Sûriyê de dixwaze kurdan tune bike û hewl da vê yekê bike. Bi wê re şoreşa Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe û îdiayên wê yên parastina ewlehiya neteweyî têk bir. Heleb, Şam, Xûta û derdora Şamê ji bo dagirkirina Efrînê firot û hewl da armanca kurdan a xwegihandina rêveberiyeke xweser a nenavendî li Sûriyê têk bibe. Dewleta Tirk hewl da vê yek bi peymana bi Rûsyayê re bike."

Dewleta Tirk li hember destwerdana li qadên germ ên cîhanê dudilî nabe, lê têkildarî şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de li hember helwesteke teng e, ne yekalî wê rizgar dike ne jî piştgiriya aliyekî.

Pîrê texmîn dike ku dewleta Tirk dixwaze ji vî şerî di naverastê de be, lê bi berdewama şerê li Ukraynayê divê dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bide yan bi Rûsya yan bi NATO’yê re ye. Pîrê wiha pê de çû: "Dê ev yek bandoreke yekser li ser rewşa wê ya li Sûriyê bike. Heke bi Rûsyayê re be dê destkeftiyên wê yên din li Sûriyê hebin, lê heke li dijî wê be dê helwesta Rûsya li Sûriyê li dijî wê be."

Pîrê diyar kir ku nîşandayîna helwesteke cidî ji hêla dewleta Tirk ve bi her awayî dihêle têk biçe. Dewleta Tirk niha li rewşê de temaşe dike dê li gorî Rûsya yan NATO, yan Amerîka yan jî Ewropa be. Lê diyar e ku zext li ser dewleta Tirk hene ku helwesta xwe eşkere bike û heta niha jî eşkere nekiriye. Lê helwesta dewleta Tirk li gorî Rûsya yan ji Amerîkayê be. Lê ew li benda hevsengî li kîjan aliyê be bi wir ve bigire. Lê ev yek bi xwe fersendgirtin e."

‛XETEREYEKE LI SER TEVAHIYA CÎHANÊ YE’

Li ser xeteriya ku şandina çeteyên ku berê di nava DAIŞ’ê de bûn li ser Ewropa çêdike û xeteriya çekên parastina hewayî û yên dijberî mertalan ku rojava ji Ukrayna re dişîne û bikevin destê çeteyan, Dr. Ehmed El-Durzî wiha got: "Tê zanîn ku îstîxbarata rojava û dewletên Ewropa roleke mezin di şandina van endamên li ser xaka xwe ji Sûriyê re lîstin da ku destkeftiyên mezin li herêmê pêk bînin. Lê heke destkeftî pêk nehatin, dê ev kes werin kuştin û ji wan rizgar bibin. Ev mejiyê siyasî yê rojava ye ku bi berjewendiyên xwe yên bingehîn difikire."

El-Durzî da zanîn ku lê heke ev hesab li gorî rewşa heyî li hev neyên berovajî vedigere. Bo nimûne Frank Einstein ê rojavayî hovek ji parçeyên laşên miriyên bihêz çêkir ku hêza wî mezin be, lê dema ew şiyar bû xwediyê ew çêkiriye kuşt. Ev rewşa rojava di danûstandina bi dosyaya îslamiyên ku destpêkê li Efganistanê çêkirine û li Sûriyê bi dawî kirine de ye û dibe ev dosya li cihên din werin dîtin. Her wiha rola dewleta Tirk jî ji rola Amerîka û Ewropa ne cudatir e ku berjewendiyên van dewletan hemûyan bi hev re pêk bînin.

Kadar Pîrê jî destnîşan kir ku çeteyên ku dê delweta Tirk bişîne Ukrayna wê xeteriyeke mezin li ser tevahî cîhanê çêkin û wiha pê de çû: "Kesên ku dewleta Tirk wan bişîne Ukrayna ew bermahiyên DAIŞ û El-Qaîde ne. Her wiha bidestxistina wan li Ukrayna ji çekên nimûne û bikaranîna wan re dê zirarekê bigihîne ne tenê ewropiyan lê belê tevahî cîhanê."

Pîrê behs kir ku ne tenê wê dewleta Tirk çeteyan bişîne Ukrayna, lê belê li aliyê din jî terorîstên din hene dê tev li hêzên Rûsyayê bibin. Rûsya jî hewl dide bi rêya îstîxbarata xwe û koma Fagner çeteyên sûrî yên ji feyleqa 5’an bişîne şerê li dijî ukrayaniyan.

Li dawiyê, serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê rûdanên li ser xaka Ukraynayê şermezar kirin û wiha bi dawî kir: "Şer bi her awayî tê şermezarkirin, destwerdana Rûsya li Ukrayna û êrişa li dijî serweriya Ukraynayê jî cihê şermezarkirinê ye. Her wiha ji mafên gelên li Ukrayna bi cih bûne jî serxwebûna xwe ragihînin ku ew federalî, yan jî rêverberiya xweser an jî çi dixwazin bila bixwazin. Ev helwesta Ukrayna ya tund a li dijî vê yekê jî cihê şermezarkirinê ye. Divê pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramber vî şerî helwesteke yekalî nîşan bidin."

(fr)

ANHA