Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin

Li Helebê bi boneya 8'ê Adarê Kongra Star a taxa Şêxmeqûsd diyarî li jinan belav kir. Yekitiya Jinên Ciwan jî şahiyek li dar xist.

Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jinan a Cîhanê li Helebê hate pîrozkirin
6 adar, 2022   15:33
HELEB

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi diruşmeya "Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, Kongra Star a taxa Şêxmeqûsdê diyarî li endamên Komîngeha Şehîd Gulê Selmo û Komîngeha Şehîd Şîlan ên taxa Şêxmeqsûdê û Komîgha Şehîd Rûken Zeredeşt a taxa Eşrefiyê belav kirin.

Her wiha Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a taxa Şêxmeqsûdê gul û alîkar pêşkêşî astengdaran kir. Li aliyekî din jî Komîteya Aborî ya Kongra Star diyarî pêşkêşî jinên kedkar ên di kargehan de dixebitin kir.

Bi heman armancê Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma "Bi tolhildana pêşengên me şehîd Viyan, Nûjiyan û Rojîn, em ê 8'ê Adarê bikin roja azadiya jinan", şahiyek li hola Efrîn a li herêma Şiqêf a Helebê li dar xist. Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, Hêzên Asayîşê beşdarî şahiyê bûn.

Hola şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên Yekitiya Jinên Ciwan hate xemilandin.

Di şahiyê de hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso, bi navê Yekitiya Jinên Ciwan Heyfa Bekir û bi navê Kongra Star Amîna Xidro axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser azadiya ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya projeya neteweya demokratîk ji jinan re nîşan daye û hate gotin ku çirûska şoreşa jinan li Rojhilata Navîn bi damezirandina PKK'ê ve dest pê kir.

Her wiha hate gotin ku hêzên mêtînger di êrişên xwe yên li ser civakan de di serî de jinan dike hedef, ji ber ku jina bingeha civakê ne.

Kesên axivîn, diyar kir ku wê 8'ê Adar veguherînên nuqteya rizgarkirina jinan ji koletiyê.

Piştî axaftinan, koma Şehîd Viyan a stranan, koma Şehîd Nûjiyan a govendên folklorî û koma Şehîd Rojîn a şano hunerên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi stranên koma Şehîd Vajîn a Tevgera Hîlala Zêrîn û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA