Li Kobanê û Hesekê çalakiyên 8`ê Adarê

Li kantona Hesekê û Kobanê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên cur be cur li dar ketin.

Li Kobanê û Hesekê çalakiyên 8`ê Adarê
6 adar, 2022   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de, Rêveberiya Dibistanan û Gerînendeya Perwerdê ya Bajarê Hesekê pêşangeheke hunerî vekir. Di pêşangehê de 35 tabloyên ku balê dikişînin ser êş berxwedan û têkoşîna jinan hatin daliqandin.

Şandeya Peymangeha Suryan a Zimanan, Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Rêveberiya Giştî ya Perwerdê ya Kantona Hesekê, xwendekar û mamoste tev li pêşangehê bûn.

/ar/uploads/files/2022/03/06/125737_ayfa-abd-alkrym-28small29.webp

Têkildarî armanca vekirina vê peymangehê endama rêveber a Beşa Çalakiyan a Gerînendeya Perwerdê ya Hesekê, Êva Ebdulkerîm axivî û got: "Ev çalakî bi armanca pîrozkirina jinan di roja cejna wê ya cîhanî ye. Vekirina pêşangehê di vê rojê de ji bo bîranîna hunermendê nemir Mihemed Şêxo ye ku îro salvegera wefata wî ye."

Ev xebatên hunerî berhemên mamosteyan e û hemû sazî hatibûn vexwendin. Di pêşangehê de 35 tabloyên hunerî yên îşaret bi êş, berxwedan û têkoşîna jinan dikin, her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

TIL TEMIR

Bi heman boneyê beşa jinan a Şaredariya Gel a Navçeya Til Temir navendên giştî û avahiyên saziyên sereke yên navçeyê xemilandin.

Endamên Kongra Star jî serdana bendên kontrolê kirin û gul li hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kirin.

Meclisa Jinan a PYD`ê jî bi heman wesîleyê, serdana saziyên navçeyê û leşkerî kir.

KOBANÊ

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Herêma Firatê, şahiyek li navçeya Sirînê li dar xist.

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Sirînê û bi beşdariya bi dehan jin li dar ket.

Destpêka bernameyê endama Melisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ehlam El-Elî axivî û îşaret bi wê roja girîng kir.

Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Navçeya Sirînê di daxuyaniya xwe de îşaret bi girîngiya roja 8`ê Adarê kir, ji ber ku girîngtirîn gavên jinan di cîhanê de avêtiye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin "8`ê Adarê berhema têkoşîna jinan a di pêvajoya dîrokî de, li dijî hişmendiya baviksalarî daye meşandin. Jinan di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de isbata xwe kir. Êdî şoreşa jinan ji bo hemû jinên Kurd û Ereb, Asûr, Suryan, Ermen û Êzidî bû mînak."

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Sûriya Pêşerojê soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre helbest hatin xwendin û Koma Hîlala Zêrîn a Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Sirînê çend stran gotin.

(eh)

ANHA