Bi xistina PKK'ê di "lîsteya terorê" de qirkirinan rewa dikin

Hêzên herêmê û cîhanê PKK'ê wekî kelemekê li pêşiya planên xwe dibînin, ji ber vê yekê bi hemû rê û rêbazan hewl didin PKK'ê tune bike. Ev partî xistina "lîsteya terorê ye" da bi rêya vê yekê tevahî planên qirkirina kurdan rewa bikin.

Bi xistina PKK'ê di "lîsteya terorê" de qirkirinan rewa dikin
5 adar, 2022   00:39
KOBANÊ- ZANA SEYDÎ

REWŞA KURDAN BERIYA DAMEZIRANDINA PKK'Ê  

Em zêde behsa dîroka kurdan û qirkirinên ku li hemberî wan hatine kirin, nakin. Tenê em dikarin vê gotina rêber Abdullah Ocalan bi bîr bînin; çiqas bi êş e ku nasnameya yekemîn a ku li ser vê qadê derketiye di qirkirineke hovane re derbas dibe.

Ji azarên şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn û qirkirina ermenan ji aliyê osmaniyan ve zêdetir, di sedsala borî de kurdan para herî zêde ji qirkirina fîzîkî û çandî wergirtin. Armanc ji van qirkirinan tunekirina hebûna kurdan e.

Em nikarin hemû serhildan û tevgerên Kurdan ên ku di sedsala bîstan de li Kurdistanê derketine, wekî têkçûn binav bikin. Tevî parçebûna civakî ku ji aliyê dewletên dagirker ve li Kurdistanê hatin afirandin û gurkirina fitneyên tebeqî, olî û neteweyî, lê yên ji bo parastina nasnameya Kurd û avakirina civakeke azad li hemberî van nakokî, parçebûn û desthilatdariyê rabûn, hebûn.

Serhildanên Agirî, Koçgirî, Dêrsim, tevgera Şêx Mehmûd Berzencî û ragihandina Komara Mehabadê ya bi pêşengtiya Qazî Mihemed, bi şerekî dijwar rû bi rû man û di çarçoveya siyasetên xirab ên di navbera hêzên cîhanê de, di serî de Brîtanya û Yekitiya Sovyetê û hêzên Kurd hatin qetilkirin.

Piştî wê, nîşaneyên helandina civaka Kurd bi çand û zimanê wê di nava civakên Ereb, Tirk û Faris de dest pê kirin ku di salên 70'î yên sedsala borî ve ji aliyê pergelên dagirkerên Kurdistanê ve hatin kirin. Ji wan siyasetan kembera ereban bû ku hikumeta Şamê li herêmên kuran pêk anîn. Her wiha polîtîkayên rejîma Tirk ên li dijî tevahî tevger û çalakiyên kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, her wiha zextên siyasî û civakî yên rejîma Îran li dijî kurdan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

 PKK Û TÊKOŞÎNA ÎDEOLOJÎK Û LEŞKERÎ

Damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)  pergalên dagirkerên Kurdistanê şoq kir, nemaze piştî ku di sala 1984'an de yekemîn çalakiya leşkerî li ser sînorê siyasî yê Tirkiyê li dar xist û têkoşîna çekdarî ragihand.

PKK'ê zêdetirî 20 salan li Sûriyê û Lubnanê çalak bû û baregehên wê yên li wir bibû çavkaniya avakirina bi seden şorşgerên Kurd ku berî dan çiyayên Kurdistanê û li hemberî rejîma Tirk a dagirker şer kirin.

Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê ji bilî çareserkirina pirsgirêka Kurd û krîz û nakokiyên heyî yên li Rojhilata Navîn, bi taybet krîza Sûriyê, nêrînên xwe yên li ser krîza cîhanî û pirsgirêk û nakokiyên heyî yên ku bandorê li cîhanê dikin pêşkêş kirin.

Gerîlayên  PKK’ê êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dweleta Tirk li ser Kerkûk û Hewlerê yên Başûr û herêmên Rojavayê Kurdistanê  têk birin û li Şengalê bi hezaran êzidiyên rizgar kirin. Di heman demê de PKK'ê hebûna DAIŞ'ê di şerê li Kobanê de bi dawî kir û xeteriya wî li ser tevahî cîhanê rakir.         

ÇAWA NAVÊ PKK KET "LÎSTEYA TERORÊ"          

Eger ku em planên hêzên cîhanî û herêmî li herêmê nenirxînin, em nikarin asta hovîtiya şerê ku ev hêz li dijî PKK’ê û gelê Kurd dimeşînin, binirxînin. PKK'ê plana dewleta Tirk û welatên rojavayî ya ji bo sînordarkirina Kurdistanê têk bir. Li gorî vê planê, rûbera wê di navbera 550-600 hezar km2 li Başûrê Kurdistanê were sînordarkirin û ev plan ji aliyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve were pêkanîn û bi vê yekê herêmên din ên kurdan ên  li Sûriyê bibin Ereb, li Îranê faris û li Tirkiyê Tirk.

Hin dezgehên çapemeniyê yên Siwêdê û rojnameyên tirkî di sala 1986'an de, bi lîstikeke birêxistinkirî, îdia kirin ku PKK'ê Stockholmê serokwezîrê Siwêdê Olof Palme qetil kiriye ku yek ji girîngtirîn kesayetên siyasî yên Ewropayê yê ku mafên Kurdan diparêze. Di demekê de ku hêzên cîhanî dawî li Palme anî û PKK'ê bi qetilkirina wî tawanbar kir, rêvberên PKK'ê Duran Kalkan û Elî Heydar Qîtan wê demê li Ewropayê hatin girtin.

Kuştina Palme rê li ber qedexekirina PKK'ê li Ewropayê û xistina wê di "lîsteya terorê" de vekir. Li Bakurê Kurdistanê rê li ber pêkanînên çewisandina Kurdan vekir û li dijî partî û gelê Kurd şerên hovane hatin destpêkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 10'ê Tebaxa 1998'an de PKK'ê xist "lîsteya terorê". Biryara DYA'yê ya xistina vê partiyê nav "lîsteya terorê" piştî civîna li Washingtonê ya rayedarên PDK'ê û YNK'ê  pêk hat.

Piştî 34 salan, Nivîsgeha giştî ya Swêdê bi fermî ragihand ku kujerê serokwezîrê Siwêdê Olof Palme welatiyekî Siwêdê yê bi navê Stig Ankstrom e ku di sala 2000 de miriye.

ÇIMA NAVÊ PKK KET "LÎSTEYA TERORÊ" ?          

Rêber Abdullah Ocalan di cilda pêncemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi navê 'Pirsgirêka Kurd û çareseriya neteweya demokratîk de behsa damezirandina PKK’ê û lîstika welatên rojava ya li Kurdistanê dike û wiha dibêje: "Di çarçoveya PDK’ê de hewl dan pêkhatineke bi heman rengî ya Kurdê Spî ava bikin. Heman navendê hem ji Tirkan hem jî ji Kurdan du hêzên wekhev lê xwedî nakokî diafirandin û ev jî ji bo hebûna wan (di serî de DYA û Ingilîstan, ji bo berjewendiyên Rojava yên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û ewlekariya Îsraîlê) heyatî û girîng bû. Ya rastî, ji bo berjewendiyên wan ên li herêmê, polîtîkayeke têra xwe aqilane ye; du hêzên bi xwe ve girêdayî çêdikin û hêzên behsa wan jî tê kirin timî di nava nakokiyan de ne. Bi derketina holê ya PKK’ê, ev dekûdolaba têra xwe dîrokî û ewqasî jî rojane xira dibû."

PKK'ê di parastina hebûn û nasnameya kurdî de jî roleke mezin lîstiye, PKK'ê gelek caran ragihandiye ku armanca dewleta Tirk bi giştî li çar parçeyan qirkirina kurdan e. Di sala 1993'yan de ji 4 hezar gundên li Başûrê Kurdistanê Kurd hatin koçberkirin. Her wiha di sala 2016’an de li Bakurê Kurdistanê 13 bajarên Kurdan, wekî Nisêbîn û Cizîra Botan wêran kirin.   

PKK'ê ev zêdetirî 37 sal in têkoşîna çekdarî dike û di encama vê têkoşînê de kurdên çar parçeyên Kurdistanê hinek mafên xwe bi dest xistin, ku ji têkoşîna li çiyayên Kurdistanê derbasî têkoşîneke civakî, siyasî û leşkerî li hemû herêmên kurdan, bû.        

XISTINA NAVÊ PKK’ê DI "LÎSTEYA TERORÊ" DE HEMÛ SIYASETÊN QIRKIRINÊ RAWA DIKE      

Eger têkoşîna PKK’ê û parastina hebûna gelan ku wekî teror tê binavkirin, wê demê êrişa DYA’yê ya li ser Iraq, Efganistan û Vîetnam û kuştina bi dehhezaran li kes, çi wateyê dide. Em ê çawa êrişa Îsraîl a li ser Lubnanê, êrişa dewleta Tirk li ser Sûriyê û Başûrê Iraqê û êrişa welatên rojava li ser Afrîkayê û talankirina xêr û bêrên wê, binirxînin. Ev hemû welat navê PKK'ê xistin "lîsteya terorê" û bi navê demokrasiyê di asta herî bilind de terorê dike.

(dx)

ANHA