Li herêmên hikumeta Şamê rewşa welatiyan

Aloziya li herêmên din bin kontrola hikumeta Şamê de her ku diçe berdewam dike, gihişt asta hilweşandina pergala civakî, aborî û tenduristî. Sedema vê yekê gendeliya di saziyên dewletê de ye.

Li herêmên hikumeta Şamê rewşa welatiyan
Li herêmên hikumeta Şamê rewşa welatiyan
Li herêmên hikumeta Şamê rewşa welatiyan
Li herêmên hikumeta Şamê rewşa welatiyan
Li herêmên hikumeta Şamê rewşa welatiyan
5 adar, 2022   01:47
HELEB-XEYS ŞEMSEDÎN

Tevî zextên saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê yên li ser welatiyan da ku aloziya debarê ya li herêmên din bin kontrola hikumetê eşkere nebe, lê alozî her diçe di hemû aliyan de gûrtir dibe û bandorê li debar û jiyana welatiyan dike.

ŞERÊ ABORÎ JI BOMBEYAN ZÊDETIR BANDOR KIR

Beriya niha me raporeke berfireh û bi hejmaran li ser ziyandên di qada binsazî, berhemên xwecehî, aborî û hilweşîna pereyên sûrî de weşandibû.

Ev alozî ku roj bi roj mezin dibe bandorê li tevahî qadên jiyanê dike. Em ê di vê rapora xwe de behsa rakirina destekê li ser beşek ji beşên civakê bikin.

Li gorî daxuyaniyên hevkara wezîrê bazirganiyê yê hundirîn ya hikumeta Şamê Reşa Kerkûkî, "Saziya Sûriyê ya bazirganiyê, dê parên madeyên zimhêrê bi nirxê hur (serbest) û bi rêya karta smart bifiroşe beşên ji destek hatine dûrxistin. Her kîloyeke şekir bi 2 hezar û 200 lîreyan be, kîloya birincê bi 2 hezaran. Her wiha her tûreke nan bi hezar 200 lîreyî be, ji bo beşên ji destekê hatine dûrxistin. Ji firoşkaran û dikandaran re jî bi hezar û 300 lîreyan be."

Têkildarî sotemeniyê, hikumeta Şamê biryara ku hin beşan ji alîkariyê bê par bike, ragihandibû ku ew ê bi nirxê serbest bifiroşe, li ser vê yekê lîtreya mazotê bi hezar û 700 lîreyî ye, lîtreyeke benzînê bi 2 hezar û 500 lîreyan e, gaza malê bi 30 hezar û 600 lîreyan e.

Bi wê re hikumeta Şamê xwest şaştiyên mezin ên mekanîzmeya bêparkirina ji piştgiriyê û giliyên welatiyan rewa bike. Têkildarî mijarê wezîrê bazirganiya hundirîn û parastina mezêxeran ya hikumetê Omer Salim got: "Bûyerên qewimîn şaştiyên teknîkî ne, ne ku biryar in. Di komkirina daneyan de şaştî derdikeve ji ber ku nayên nûkirin..Wezareta peywendiyan malpereke elektronîk veqetand ku kesên ji piştgiriyê bê mane dikarin bi rêya wê gazin û giliyên xwe bikin. Karmendên hikumetê yan jî kesên taqawid û yên tu karên wan ên bazirganiyê tune ne, yan jî karmendekî şirketên taybet, dibe ku piştî giliyên xwe pêşkêş bikin werin qebûlkirin."

BACEYÊN NEHATIBÛN RAGIHANDIN

Xwediyên gelek avahî û sicilên aqarî yan jî bazirganî yên li bajarê Helebê vê mehê, li ser zêdekirina baceyan matmayî man, ji ber ku deh qadan zêde bûye bêyî tu biryar derbarê wê de were derxistin.

Bekrî Ehmed (42) xwediyê dikanên aqaran e ji ajansê re wiha axivî: "Baceyê mehane yê dikana min ku li taxa Suryan a Helebê ye, ne zêdetirî 19 hezar lîreya sûrî bû, lê vê mehê bêyî ku biryarekî bidin, kirin 190 hezar."

Bekrî Ehmed da zanîn ku tişta balkêş ew e ku fatore fermî ye û ji gerînendeya darayî hatiye mohrkirin û wiha dewam kir: "Ji min heye ku min dizîye, ji ber ku tu biryara zêdekirina baceyê tunebû, lê cîranên min ên bazirgan gotin, me jî heman pere da. Dema me ji karmendan pirsî jî gotin, wezaretê li Şamê sicilên bazirganiyê û bace diyar nekir."

JI BER ZEXTÊN ABORÎ PERGALA CIVAKÎ HILWEŞIYAYE

Li herêmên di bin kontrola hikumetê de rewşa civakê di hemû aliyan de hilweşiyaye, sedema vê yekê bandora rewşa aborî ya xirab e.

Pir caran em dibînin ku şer bandoreke rasterast li urf û adetên civaka Sûriyê dike. Mînak, têkiliyên malbatî û xizman lawaz bûye. Dîsa jî sermiyanê malê du danan dixebite da ku debarê peyda bike.

AVÊTINA PITIKAN

Her wiha rewşa şer û alozî rasterast bandor kir ku hişt diyardeyên terajedîk belav bibin. Li ser vê mijarê em dikarin diyaredeya avêtina pitikan li kolanan wekî mînak bigirin dest ku ji destpêka 2022'an de li herêmên hikumeta Şamê zêde bûye. Wêneya pitika bi navê Lîn a ku li taxa Cemîliyê ya Helebê li kolaneke hate dîtin û mişkan rûyê wê xirab kiriye, mînaka herî ber bi çav a hilweşandina pergala civakê ya Sûriyê ye.

Her wiha destpêka îsal, li kolaneke bajarokê Denebiyê yê gundewarê Selemiyê yê başûrê rojhilatê parêzgeha Hemayê pitikek ku temenê wê rojek bû, di tûrekî de avêtî hate dîtin.

18'ê Çileyê, şêniyên bajarê Siweydayê pitikeke di kartonekî de ku li parkekê hatibû avêtin, dîtin. Beriya wê jî li taxa Xidir a bajarê Himisê pitikekî 40 roj avêtî li ber avahiyekê hate dîtin.

12'ê Çileyê li Dahiya Ebû Fîda ya bajarê Hemayê pitikeke kêmî du mehî avêtî di ketina avahiyekê de hate dîtin. Beriya wî jî li bajarê Laziqiyê pitikeke li ber avahiya nexweşxaneyeke taybet hate dîtin.

Di sala 2018'an de "Meclisa Gel" pêşnumeya zarokên nenas ku ji aliyê hikumetê ve hatibû pêşkêşkirin da ku ser bixebite, erê nekir.

Qanûna Sûriyê ya "Nenasan" ji bo zarokokên ku dê û bavên wan nayên naskirinkirin an bavê wî ne diyar e, zarokên ku xwediyên wan tune ye û nayên zanîn ên kê ne. Her wiha ev qanûn zarokên ji têkiliyên nerewa jidayik bûne, di nav xwe de digire, tevî ku diya wî naskirî be jî.  Li gorî madeya 20'an a qanûna ku di sala 1970'an de hatiye derxistin, heta ku belgeyên xwediyên wî neyên zanîn ew kesên nenas "erebî sûrî ye".

Li gorî hejmareke çavdêrên rewşa Sûriyê, her çiqasî qanûn di naveroka xwe de ne nû ye û li gorî rengekî nû hatiye nivisandin, lê hikûmet di gavekê de ku aloziya li herêmên xwe çareser bike, îmkanên pêkanîna "Qanûna zarokên nenas" lêkolîn dike. Ev qanûn zêdetir sê salan anku piştî nakokiyên ku di meclisê de derketin, hate paşxistin.

SÎSTEMA TENDURISTIYÊ SIST E

Li gelemperiya Sûriyê qada tenduristiyê hilweşiya ye. Sedema vê yekê tunebûna dermanan, kêmbûna destekdayîna ji aliyê hikumetê ve û bêçareya wê li hemberî peydakrina alavên tenduristiyê û dermanan e.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di rapora xwe ya dawî de ku 6'ê Çileya îsal weşandiye bal kişand ser rewşa tenduristiyê li Sûriyê û diyar kir ku qada tenduristiyê li Sûriyê sîst e, pêwîstiya wê bi 257,6 milyon dolar heye da ku sîstemeke tenduristiyê ya baş were avakirin. Rêxistinê her wiha destnîşan kir ku di 2022`an de wê pêwîstiya milyonek kes ji wan 4 milyon penaber û 1,33 milyon zarokên jêrî 5 salan de û 3,38 miloyn jinên li ber wildandinê bi alîkariya hebe.

Welatiyek ji Helebê (47) ku navê Nesir Esaf li xwe kiriye, got ku ew neçar e ku wêneya tomografya ji xwe yê nexweş re bi 200 hezar lîreyên sûrî li navendeke taybet bikişîne, ev ji bilî kiriya ambulance ku 50 hezar lîre ye. Ji ber ku li hemû nexweşxaneyên hikûmetê yên Helebê alava tomografya naxebitin.

Nesir Esaf dibêje: " Celtaya mejî bi bavê min re heye. Bijîşk got, wêneya tomografî pêwîst e da ku rewşa wî nas bikin. Min ser li nexweşxaneya Camiî, Razî, Basil û tevahî nexweşxaneyên mezin ên hikumetê yên li Helebê da, lê li hemû nexweşxaneyan ev cîhaz naxebite. Ji ber vê yekê neçar mam ku li navendên taybet bi miqdareke mezin a pereyan wêne bikşînin. Rewşa me ya madî jî ne baş e. Li Sûriyê tenduristî bûye bi pereyan."

DIRÛŞMA NEXWEŞXANEYÊN TAYBET “ŞEV BI MILYONEKÊ YE”

Têkildarî mijareke din, belavbûna vîrusa koronayê li Sûriyê ye. NY`yê ragihand ku li gel rewşa lawaz a sektora tenduristiyê panedemî belav dibe. Zêdetirî 167 hezar kes pê ketine û derdora 6 hezar û 500 pêketî jiyana xwe ji dest daye.

Bi hiceta tunebûna oksîjenê yan jî neamadebûna odeya çavdêriya rewşa giran, nema pêketiyên koronayê pêşwazî dikin.

Mehmûd Elî (32) ku di nexweşxaneyekê de hemşîretiyê dike, got rewşa li nexweşxaneyan gelek dijwar e û wiha domand: “Ne ji rêxistinan bûya, dê beşa dermankirina kurçik, rawestiya û bi sedan nexweşên bê guneh jiyana xwe ji dest dabana. Rêxistinan amûr û madeyên pêwîst ên vî beşî peyda dike.”

Mehmûd Elî destnîşan kir ku hikumet tenê kadroyên tenduristiyê ji nexweşxaneyan re peyda dike, ji ber muçeya kêm, hejmara wan jî kêm bûye û berê xwe didin nexweşxaneyên taybet. Ên di nexweşxaneyên hikumî de dimînin jî, pertîlan digirin. Li ser vê mijarê mînakek bibîr xist û got: “Gelek bijîşk, nexweşên ku serdana kilînkên nexweşxaneya Ibin Rişd dikin tedawî nakin, divê 10 hezar bidin kesekî ku di piraniya caran de hemşîreyê li ber destê bijîk e, heta bên tedawîkirin.”

Têkildarî nexweşxaneyên taybet, karmendekî Gerînendetiya Tenduristiyê ya Helebê ji ajansa me re diyar kir ku mayîna şevekê di odeya çavdêriya rewşa giran de ji milyonek lîre dest pê dike û di hin nexweşxaneyan de digihêje derdora 2 milyon lîreyî. Di nav de destheqê bijîşk, mayîna di nexweşxaneyê de, oksîjen, hemşîre û derman û hwd hene bêyî ku çavdêriyeke rastîn li ser van nixên bilind hebe.

KARTA DERZIYÊN KORONAYÊ TÊN FROTIN

Wezareta Hundirîn a hikumeta Şamê biryarek da ku nabe kesek bêyî karta birina derziyên koronayê serî li navendên girêdayî wê yan jî serdana girtiyan bike. Ev gav dê li saziyên din jî pêk were da ku şênî di dawiya dawî de derziya koronayê bibin.

Li gel ku cîhan hewl dide bi rêya ferzkirina birina derziyê  ji encamên belavbûna vîrusa koronayê xilas bibe, karmendên Gerînendetiya Tenduristiyê yan jî Heyva Sor a Sûriyê biryar bi kar anîn û dest bi frotina kartên birina derziyên koronayê li beramber 50 lîreyî kir.

Ev diyarde ya herî xeter e ji ber ku dê bi xwe re gelek pirsgirêkan derxîne ku êdî hejmara kesên derzî birine ji yên nebirine nayê zanîn.

Ehmed El-Hisên ê ji gundewarê bakurê Helebê diyar kir ku beriya biryara wezaretê navenda belavkirina derziyên koronayê ya li bajarokê Nibul vala bû, kadroyên navendê kartên birina derziyên koronayê bi 50 hezar lîreyên sûrî difroşin û wiha domand: “Piştî lihevkirinê bi endamê navendê re, em kart bê derzî dibin. Lê nizanim heke wan derziyan difroşin lê na.”

Li gorî berpirsên hikumetê, rêjeya kesên ku derzî li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de birine ji sedî 5 e.

Ruxmî ku aloziya Sûriyê ji 11 salan ve berdewam e û ruxmî gendeliyê lê rewşa li herêmên hikumeta Şamê qet nehat guhertin. Mîna li Helebê, saziyên hikumetê girîngiyên didin aliyê rojavayê bajêr (yê dewlemened) û rewşa aliyê rojhilat paşguh dike.

Li rex wê jî, li aliyê rojhilatê bajêr, şer rû dan di encamê de binesaziya wê bi temanî wêran bû û zirarên mezin gihaştine mal û milkên giştî û taybet.

Heta niha û piştî ku hikumeta Şamê Heleb bi giştî kontrol kir, tu toreke kehrebeyê li rojhilatê bajêr, nehatiya danîn. Li beramber wê, kehrebe li aliyê rojavayê bajêr heye û tenê kehrebe 4 saetan qut dibe.

Piraniya şêniyên li aliyê rojhilatê bajêr ji ber kombûna çopê li kolanan, bi gilî û gazinc in. Ji ber ku şaredarî tenê her sê rojan careke çopê radike. Lê li taxên rojavayê bajêr, çop rojane tê rakirin. Ev yek nîşaneya tunebûna wekheviyê di navbera şêniyên bajêr de ye.

ÇARESERIYA LEŞKERÎ WELAT Û GEL BÊZAR KIR

Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şiblî got vebijêrka leşkerî ya hikumeta Şamê ji bo çareserkirina aloziya li welêt, mirov, kevir kuşt û welat û gel belangaz kir.

El-Şiblî diyar kir ku piştî derbasîbûna 11 salan li ser aloziyê re, lê hikumeta Şamê tiştek pêşkêş nekir ku rê li pêşiya encamên neyînî û yên wêranker ên şerê li Sûriyê bigire.

El-Şiblî necidîbûna hikuemta Şamê di danûstandina bi herêmên dagirkirî de şermezar kir û got dagirkera Tirk û çeteyên wê tevlihevî li wan herêman belav dikin.

Her wiha El-Şiblî balkişand ser koçberiyê û got: “Li Helebê tenê derdora 200 bijîşkên xwedî tecrube derketina derve, ji ber ku derfetên kar tune û salên mayîna di leşkeriyê de zêde bûn. Ev yek bandor li pêşeroja Sûriyê dike.”

El-Şiblî daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ên beriya salekê şermezar kir dema têgeha Sûriyeya bi sûd bi kar anî û got: “Gelo Sûriyeya bi sûd a kê ye? Ya Îran an jî Rûsyayê ye? Heke sûd li gelê xwe nekir, wê demê çi sûde ku behsa wê dikin?”

El-Şiblî wiha berdewam kir: “Mixabin em gihaştin asteke gelek dijwar. Saziyên hikumetê parçe ne. Hîna hikumeta Şamê serhişkiyê dike û xwe naguhere. Têgehên mîna 'Esed an jî em ê welat bişewitînin' bi kar tînin. Mixabin Sûriye niha dişewite bêyî ku hikumet guh bide wê.”

`DIVÊ BIRYARA 2254 PÊK WERE`

Der barê pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê de, El-Şiblî îşaret bi biryara navneteweyî ya 2254 kir û got: “Ev biryar welat ji şer xilas dike. Lê hikumeta Şamê di dîtina çareseriyekê dûrî ferzkirina desthilatê li ser gel de ne cidî ye.”

El-Şiblî ev li gotina xwe zêde kir: “Ji destpêka aloziyê ve, me got divê çareserî sûrî-sûrî be. Em hîna bi vê biryarê ve girêdayî ne. MSD`ê ji bo yekkirina opozasyona demokratîk çi li derve yan jî hundir gelek panel û komxebat li dar xistin.”

Di dawiyê de endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Mirî El-Şiblî got: “Em di dîtina çareseriyeke demokratîk li Sûriyê li welatê rojê û şaristaniyan bi israr in. Ji ber ku layîqê fedekariyê ye. Em têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de heta bidestxistina mafan berdewam bikin.”

(eh-şx)

ANHA