​​​​​​​Li Helebê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê çalakî hatin lidarxistin

Bi boneya 8'ê Adarê, li Helebê pêşangeheke hunerên jinan ji aliyê Kongra Star ve hate vekirin. Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan maç û pêşbirk li dar xistin.

4 adar, 2022   21:51
HELEB

Kongra Star a Helebê di çaroveya çalakiyên 8' Adarê Roja Jinan a Cîhanê de pêşangeha hunerên destan ên jinan li Hola Tela vekir. Di pêşangehê de endamên komîngehên Şehîd Rûbar Qamişlo, Şehîd Gelhat, Mala Êzidiyan, Kongra Star, Malbenda Heleb a Rewşenbîrî, saziyên civaka sivîl û gelek jin taxê amade bûn.

Di pêşangehê de tiştên ku jinan bi dest çêkirine wekî neqiş, tentene, alavên kevn, wêneyên jinan û şehîdan, wêneyên li ser dayikan, peykerê şehîd Arîn Mîrakn û perestgeha Laleş hatin pêşandan.

Çalakî bi axaftina endama Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Yara Hisko dest pê kir. Yara Hisko 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û têkoşerên jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine bi bîr anîn.

Endama Koordînasyona Kongra Star Amîne Xidro jî got: "8'ê Adar Roja Jinan e û qêrîna têkoşîna rasteqîn e, her wiha encamên têkoşîna 40 salan e û têkoşîna kesayetên mîna Clara ye çirûska 8'ê Adarê pêxistin."

Amîne Xidro anî ziman ku ew çalakiyên xwe diyarî şehîdên azadiyê dikin.

Piştî axaftinan pêşangeh ji aliyê Kongra Star ve hate vekirin.

Pêşangeh wê heta sibe saet 16:00'an dewam bike.

Li aliyekî din Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyên werzîşê li stada Şiqêf dar xist.

Di vê çarçoveyê de maçeke futbolê di navbera Tîma Berxwedan a girêdayî PYD'ê û Tîma Serdem a jinê ciwanan de hate lidarxistin. Her wiha pêşbirka pêşebazî, volîbol û şatrac hatin lidarxisitn.

Beriya ku çalakî destpê bikin, bi navê Kongra Star Nehla Mistefa axivî, 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û got, 8'ê Adarê roja têkoşîna jinan a li hemberî zihniyeta desthiltadar a baviksalarî ye.

Bi navê jinên ciwan ên Helebê, Heyfa Bekir jî wiha got: "Ji bo me 8'ê Adarê rojeke pîroz e, nirxê ku rêber Ocalan pê bang dike. Ji ber vê rojê di êrişan de her tim jin, bi taybet ên ciwan têne hedefgirtin."

Di maça futbolê Tîma Berxwedan bi (4-2) li hemberî Tîma Jinên Ciwan bi ser ket.

Di dawiyê de tîmên beşdar hatin xeletkirin.

ANHA