​​​​​​​​​​​​​​"Lihevkirin" reva ji berpirsyariyê ye

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangên hikumeta Şamê yên "lihevkirin",  wekî hewldana vegera welat beriya 2011`an bi nav kirin û got: "Aloziya Sûriyê tenê bi nivîsandina destûrekî ku mafên hemû pêkhateyên di çarçoveya sîstemeke nenavendî de mîsoger dike, çareser dibe."

​​​​​​​​​​​​​​"Lihevkirin" reva ji berpirsyariyê ye
4 adar, 2022   04:30
HESEKÊ

Dem dem hikumeta Şamê bang li şêniyên herêmên Sûriyê dike ku "lihevkirinan" pêk bîne. Bi vê yekê hewl dide careke din herêman kontrol bike. Herî dawî jî ji bo Reqa û Dêrazorê banga van "lihevkirinê" kir.

Ji rûspiyên êla Şêx Îsa ya Ereb li Sûriyê, Şêx Macid El-Irak ji ajansê re axivî û got: "Ma vî gelî çi sûc kiriye ku wan ber bi lihevkirinan ve bibin."

Şêx Macid El-Irak diyar kir ku mijara "lihevkirinan" mijarekî bigirêk e û ne erênî ye, di heman demê de dihêle welatî gumanan bikin ku ew civakên şaş in û ne sûrî ne.

Macid El-Irak anî ziman ku ev lihevkirin hewldaneke ku tevahî daxwazên gel ên rewa yên bidestxistina azadî, demokrasî û wekheviyê têk dibe û wan wekî ajan û xayîn dide nîşandan û got: "Li hemberî vê yekê hikumet jî hewl dide xwe wekî welatê ku bi sîngeke germ welatiyên xwe hembêz dike û wan efû dike, destnîşan bike. Di rastiyê de çi kesên ber bi lihevkirinên wiha ve biçin dê xwe rezîl bikin."

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê nivîskar Mihemed Beşîr têkildarî "lihevkirinan" wiha axivî: "Bangên hikumeta Şamê ji hin welatiyan re dikeve çarçoveya du bendan. Bendek girêdana bi hişmendiya yekpartî, vegera Sûriyê wekî beriya 2011`an û bindestkirina gel e, da ku tenê bixwe û vexwe û bi mijarên siyasî-aborî yên welêt ve mijûl nebe.

Benda duyemîn jî, hewldana rewakirina hikumeta Şamê û reva ji kiryarên ku di dirêjahiya deh salan de, ji wan koçberkirin, şer û qetilkirin pêk anîye. Armanc ji vê yekê jî xwe wekî dilsoz bide nîşandan û gel jî wekî sûcdar bide diyarkirin."

Nivîskar Mihemed Beşîr da zanîn ku armanca hikumetê ji "lihevkinan" gel wekî sûcdar bide nîşan dan û ji lidarxistina diyalogên bi gel re û çareseriya giştî, bireve û wiha domand: "Ev yek di çarçoveya reva ji çareseriya demokratîk a bi rêya lidarxistina kongreyên gelek û ku bi çavdêriya NY`yê de pêk tê. Ji ber ku di van kongreyan de dê destûrekî sivîlane were nivîsandin, mafên hemû pêkhateyên gelê sûrî werin mîsogerkirin."

Şêx El-Îrak jî li ser armancên "lihevkirinan" got: "Hikumeta Sûriyê bi van lihevkirinan hewl dide ji berpirsyartiyên xwe yên siyasî, civakî û exalqî û komkirina gelê Sûriyê li ser maseyekê bireve. Di heman demê de hewldana revê ji hemû çareseriyên ku Sûriyê ber bi civakeke sivîl ve bibe ye. Ji ber ku her çareseriyeke giştî û nivîsandina destûreke sivîl wê bi jiyaneke demokratîk ve bi encam bibe ku tê de her kes maf û erkên xwe nas bikin. Lê hikumeta Şamê vê yekê red dike û jê ditirse."

Beriya demekê hikumeta Şamê bang li gelê Dêrazor û Reqayê kir ku dest bi "lihevkirinan" bikin, li hemberî vê yekê gelê herêmê nexasim eşîran nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Têkildarî mijarê şêx Macid El-Irak wiha axivî: "Li şûna siyaseta ku hikumeta Şamê dimeşîne, divê lihevkirineke giştî û biryareke giştî derkeve holê. Ji ber ku siyaseta heyî ya hikumeta Şamê li ser esasê desthilatdarî û vegera serdema kevn a beriya 2012'an e, an ku serdemê şaxê ewlehiyê ye ku nefesa welatî diçikîne."

El-Irak destnîşan kir ku divê dewletên mudaxelê dikin çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê re bibînin, ji ber ku bangên hikumeta Şamê çareseriyê bi xwe re nayne û wiha got: "Divê hemû aliyên civaka sivîl û siyasetmedar li ser maseya diyalogan rûnin."

El-Irak bi domdarî got: " Divê ji nû ve destûrekî sivîlane dûrî siyaseta paşguhkirinê ku mafên her kesî biparêze, were nivîsandin, pê re jî Sûriyê dibe dewleteke sivîl û xwedî destûrekî dûrî qada leşkerî û berjewendiyên ferdî. Di encamê de dê pêkhate bi aştiyane bijîn."

Nivîskar Mihemed Beşîr da zanîn ku bêyî dayîna tawîzan ji aliyê hemû aliyan ve, di serî de hikumeta Şamê wê tu çareserî ku hemû gelê jê razî û dawî li aloziya li welat bîne, pêk neyê.

Beşîr destnîşan kir ku diyalogên sûrî divê bi rêya kongreyên niştimanî û li ser xaka Sûriyê be, da ku aştî, rûmet û jiyaneke azad dûrî destwerdanên derve û ajandiyên aloziya Sûriyê gurtir dike be, were mîsogerkirin. Beşîr got: "Divê em dûrî kongreyên li derve mîna Astana û Cinêv bikevin, ji ber ku di encamên van kongreyan de binpêkirin û qada dagirkeriyê zêdetir bû."

Mihemed Beşîr diyar kir ku bi rêya kongreyên niştimanî dê destûreke medenî were mîsogerkirin û mafên hemû pêkhateyan were parastin, di heman demê de dewleteke sivîl were avakirin ku qanûn wê îdare bike, pê re jî dê aloziya Sûriyê were çareserkirin.

(eh)

ANHA