Konferansa yekemîn a jinê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê tê lidarxistin

Bi diruşma "Bi vîn û xebata jinê em ê pergaleke perwerdeyê ya yekbûyî ava bikin", Konferansa yekemîn a jinê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Konferansa yekemîn a jinê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê tê lidarxistin
Konferansa yekemîn a jinê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê tê lidarxistin
Konferansa yekemîn a jinê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê tê lidarxistin
Konferansa yekemîn a jinê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê tê lidarxistin
Konferansa yekemîn a jinê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê tê lidarxistin
3 adar, 2022   15:34
REQA

Bi beşdarbûna nûnerên jin ên deste û komîteyên perwerde û fêrkirinê, konferansa yekemîn a jinê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Bi vîn û xebata jinê em pergaleke perwerdeyê ya yekbûyî ava bikin" li dar dikeve.

Konferans li hola civînan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û behsa girîngiya rola jinan di rêvebirina civakê û saziyên perwerdeyê de destnîşan kir.

Endama Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl jî bal kişand ser rola jinan di rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê û got: "Jin wê di bin banê Rêveberiya Xweser de nifşekî exlaqî ava bike."

Di konferansê de berdevka Kongra Star Remziya Mihemed 8'ê Adarê li tevahî jinên azadîxwaz pîroz kir û rola jinên mamoste di avakirina civakê û parastina destkefiyên şoreşê dest nîşan kir.

Konferans wê sibe bi dawî bibe.

ANHA