Li Şedadê ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" 29500 îmze hatin komkirin

PYD'ê ragihand ku Şedadê di çarçoveya pêngava derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" de li navçeya 29 hezar û 500 îmze hatin komkirin.

Li Şedadê ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" 29500 îmze hatin komkirin
3 adar, 2022   16:13
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" pêngava komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. PYD'ê bi daxuyaniyek encama pêngava li navçeya Şedadê eşkere kir û ragihand ku 29 hezar û 500 îmze hatin komkirin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên partiyê li qada meclisa navçeya hate dayîn û ji aliyê endamê rêveber ê nivîsgeha partiyê ya navçeyê Fadil El-Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 13`ê Kanûna 2021`an de PYD`ê dest bi pêngava komkirina îmzeyan ji bo rakirina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" kiribû.

Her wiha hate diyarkirin ku nivîsgeha PYD`ê ya navçeya Şedadê 29 hezar û 500 îmzeyên şêniyên navçeyê yên Kurd, Ereb û Suryan kom kir ku banga rakirina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir.

Di daxuyaniyê de îşaret bi sedemên xistina PKK`ê di "lîsteya terorê" de hate kirin û heta gotin ew sedemên siyasî ne ji, aliyê dewletên ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin ve, di serî de dewleta Tirk a faşîst hatiye kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: "Em li navçeya Şedadê  ji bo rakirina vê partiya mezin ji "lîsteya terorê' em ê têkoşînê, çalakî û komkirina îmzeyan dewam bikin."

Di dawiyê de bang li Yekitiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hate kirin ku navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" rakin û got, PKK'ê gelek berdêl dane da ku gel bi ewlehî bijîn.

(bx)

ANHA