Di hefteyekê de di êrişên DAIŞ`ê de 11 endamên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatin kuştin

Li beyara Sûriyê di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê de di hefteyekê de gelek endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin.

Di hefteyekê de di êrişên DAIŞ`ê de 11 endamên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatin kuştin
23 sibat, 2022   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê dawiyê de ruxmî êrişên balafirên şer ên Rûsyayê yên rojane, tevgera DAIŞ`ê bi awayekî berçav li beyara Sûriyê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de zêde bûye.

Di vî warî de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di êrişên cuda yên DAIŞ`ê de li ser rêya Hims-Mehîn, beyara Dêrazorê, çiyayê El-Omer ê rojhilatê Himsê, di hefteyekê de 11 endamên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatine kuştin û 17 endamên din jî birîndar bûne.

(şx)