Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû

108 şehîd, 90 roj ji berxwedan û hevgirtina pêkhateyên navçeya Til Temirê bi serkeftina li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tacîdar bû û bû çîrokeke din ji çîrokên berxwedana li hemberî hêzên tarî.

Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
Bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ'ê ya sala 2015'an têk çû
23 sibat, 2022   06:49
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê ji mêj ve bi pirengiya pêkhateyên xwe tê naskirin. Li navçeyê Kurd, Ereb, Asûr û Suryan bi hev re dijîn ku mûzaîkeke yegirtî mîna Sûriya ya biçûk avakirine.

Navçeya Til Temirê xwedî cihekî stratejîk e ku bi rêya M4 gelek bajar û bajarokan bi hev ve girêdide. Ji ber vê yekê bi destpêka aloziya Sûriyê ve gelek aliyan hewl dan vê navçeyê dagir bikin.

23'yê Sibata 2015'an, çeteyên DAIŞ'ê bi plan û koorîndeya dewleta Tirk, ji du aliyan ve dijwartin êriş li dijî Til Temirê pêk anîn, di saetên derengî şevê de sûc li dijî niştecihên wê, bi taybet Asûr pêk anîn û derdora 250 asûrî revandin. Dewleta Tirk a dagirker di wê şevê de ava çemê Xabûr berda da ku gundên navçeyê ji navenda wê qut bikin û berxwedana şervanan lawaz bike.

ÇAWA ÊRIŞ LI SER TIL TEMIRÊ DEST PÊ KIR?

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Ekad qala wan êrişan kir û wiha parve kir: "DAIŞ`ê ji gelek aliyan ve êrişî navçeyê kir. Nuqteya destpêkê çiyayê Kezwanan bû. Armanca wan ew bû ku bajar ji hemû aliyan ve têxin çemberê û bi rêya aliyê başûr ê navçeyê bighêje aliyê rojava û rojhilatê wê. Her wiha rêya navçeyê ya ji aliyê başûr ve ya ku bi bajarê Hesekê ve girêdide qut bike û rêya navçeyê ku ji aliyê rojhilat bi bajarê Qamişlo ve girêdide, qut bike. Di heman demê de da ku rêya navçeyê ya li aliyê rojava ber bi Helebê ve qut bike. Bi vê yekê jî piştî ku xwe bighînin aliyê bakurê navçeyê û rêya navçeyê ku ber bi navçeya Serêkaniyê û Zirganê ve diçe, qut bike."

Xabûr Ekad diyar kir ku bi destpêkirina êrişan re, dewleta Tirk a dagirker ava çemê Xabûr berda da ku herêmê bike du parçe, rojhilatê Xabûr û rojavayê wê û bi vê yekê jî tevgera hêzên leşkerî ku parastina navçeyê dikirin asteng dike. Ekad da zanîn ku di wan êrişan de çeteyên DAIŞ`ê zêdetirî 250 welatî revandin.

Ji şervan û parêzvanên navçeyê di wê demê de Siwar Rojdem da zanîn ku beriya êrişî bi çend saetan dewleta Tirk di wê şevê de ava çem bi awayekî zêde berda. Paşê çetetyên DAIŞ`ê êrişî navçeyê û gundewarên wê kir. Rojdem got: "Ji ber ku çem li pêşiya hêzên me bû asteng me nema dikaribû xwe bighînin aliyên din ê çem da ku cebilxaneyê bidin hêzên xwe."

Siwar Rojdem destnîşan kir ku çeteyan berê amadekariyên êrişê kiribûn û sekvanên xwe li beramberî pira di navbera navenda navçeyê û gundê Xêbiş ê rojava de bi cih kiribûn û wiha anî ziman: "Ji bilî ku em xwe bighînin aliyê din ê çem rêyek din li pêşiya me tune bûn. "

Li hemberî dijwariya êrişan ku 3 mehan dewam kir, şervanên YPG, YPJ, Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Hêzên Parêzvanên Xabûr a asuriyan, tevî şêniyên herêmê xeta berxwedanê û girêdana bi xaka xwe ve hilbijartin. Bi vê berxwedan û hevgirtinê êriş hatin têkbirin.

ÇAWA ÊRIŞ HATIN TÊKBIRIN?

Têkildarî têkbirina van êrişan, fermandar Xabûr Ekad ev tişt diyar kir: "Em gelên Til Temirê bi Kurd, Asûr, Suryan û Erebên xwe ji beriya sedên salan ve bi hev re dijîn. Destpêkê êrişa li ser herêmê xurt û xeter bû. Em bi hemû hêzên leşkerî yên parêzvan bûne yek û bi rihê berxwedanê me parastina Til Temirê kir, ji ber ku armanca me yek e û dijminê me jî yek e."

Xabûr Ekad destnîşan kir ku bi berxwedana pêkhateyan û 108 şehîdan êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser navçeyê hatin têkbirin û wiha pêde çû: "Hevgirtin û berxwedanê êrişên çeteyan ên li ser herêmên me yên pîroz têk birin. Ev hevgirtin bingeha berxwedan û têkbirina DAIŞ`ê bû."

Ekad di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em bi asur û suryanan re li dijî êrişan tevdigeriyan. Armanca me ku em bi hev re herêmê rizgar bikin. Tu cûdahî di navbera pêkhateyan de tune ye. Em bi hev re bi yek destî li hember çeteyên DAIŞ`ê ku dixwestin herêmê bi temamî hilweşînin wek ku çawa di dêrên aşûriyan de kirin, disekinîn."

/ar/uploads/files/2022/02/23/060301_jwan-mla-aywb-28kbyr29.webp

Her wiha Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku di 23`ê Sibatê de şêniyên navçeya Til Temirê bi hemû pêkhateyên wê destek dan hêzên leşkerî û got: "Her kesî li gorî derfetên xwe alîkarî kir. Hin ji wan nobeta parastina navenda navçeyê û gundên wê digirtin da ku nehêlin çete derbas bibin. Xwîna Kurd, Ereb û Asûriyan di parastina bajar de di yek xendeqê de tevlî hev bû."

Her wiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Natûra (Asayîşa asûriyan) ku di bin sîwana Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye Robert Îşo diyar kir ku ji bilî kesên ku ew kêlî jiyane, tu kes nikare wan rojan wesif bike û wiha pê de çû: " Şêniyên herêmê bû yek. Armanc û dijminê me yek bû. Tu cudahî di navbera şervanên Asur, Ereb û Kurd de tune ye. Tişta bi navê pêkhateyên cûda tune bû. Em yek gel bûn û armanca me yek bû."

Robert Îşo destnîşan kir ku dîroka 23`yê Sibata 2015`an ji bo hawiza Xabûr û pêkhateyên Til Temirê dîroke bi êş e û diyar kir ku êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser navçeyê bi destekdayîna dewleta Tirk bû ku ji gundên başûr û rojava yên asuryan dest pê kirin.

 Mele Eyûb da zanîn ku şêniyên Til Temirê bi hemû pêkhateyên wê nêzî salvgera bîranîneke bi êş anku êrişên DAIŞ'ê yên dijwar ên bi çekên giran ên li ser herêmê dibin ku di encamê de hejmareke mezin ji şervan û sivîlên ku parastina bajar û gelê wê dikir, şehîd bûn.

Welatiya bi navê Cemîle Kako ya asûrî ew êriş bi qirkirina komî li dijî welatiyan û hewldana tunekirina hebûna pêkhateyên herêmê wesif kir û bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ`ê dêr hilweşand û gund şewitand.

Fermandar Xabûr Ekad anî ziman ku di 23`ê Sibatê de pêkhateyên navçeyê hebûn û karîna xwe ya parastina herêmê ji êrişên dagirkirinê yên DAIŞ'ê îsbat kirin.

CÛDAHIYA DI NAVBERA DAGIRKIRINA DEWLETA TIRK Û DAIŞ`Ê DE

Piştî 5 salan ji têkbirina êrişî û serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê, careke din heman êriş, lê vê carê ji aliyê dewleta Tirk  a dagirker ve tê kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku bajarê Serêkaniyê û Girê Spî di dawiya 2019`an de dagir kirin, rojane êrişî navçeya Til Temirê dikin. Şênî bi heman rihê berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ya 2015'an li hemberî êrişan li ber xwe didin.

Mele Eyûb da zanîn ku ji dema ku artêşa Tirk  di 2019'an de gihaşt nêzî navçeyê, rojane navçeyê topbaran dike, cihên pîroz ên pêkhateyan, cihên olî, goristan, binesazî, dibistan, toreyên kehrebeyê, stastyonên avê û saziyên giştî têne hedefgirtin û rojane sûc li dijî şêniyan têne kirin.

/ar/uploads/files/2022/02/23/060230_jmylh-kakw-28kbyr29.webp

Cemîla Kako jî got tu cûdahî di navbera êrişên artêşa Tirk û êrişên çeteyên DAIŞ`ê de tune ne û wiha axivî: "Dewleta Tirk heman dîrokê dûbare dike, mîna rêbazên DAIŞ'ê, gundên asuriyan ku sivîl lê dijîn topbaran dike."

Ekad got, artêşa dewleta Tirk bi dagirkirina hin herêmên Sûriyê û êrişên dagirkirinê yên li ser navçeya Til Temirê hewl dide plana binkeftî ya DAIŞ'ê ya sala 2015'an temam bike. Her wiha diyar kir ku gelek gundên li ser sînorê Til Temirê yên ku aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin veguherîne çavkaniya terorê.

Fermandar Xabûr Ekad destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê û hêzên wê yên leşkerî parastina herêmê didomînin û wiha dom da axaftina xwe: " Sala 2015`an  me ji bo têkbirina êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser navçeyê 108 şervan ji pêkhateyên herêmê da. Piştî 7 salan em dibînin ku heman hêzên leşkerî û heman pêkhate li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin."

/ar/uploads/files/2022/02/23/060321_khabwr-akad-28kbyr29.webp

Ekad soza domandina parastina herêmê da û ev peyama da: "Di sala 2015`an de me bi hevgirtina xwe karibû xurtirîn rêxistinên terorîst têk bibin. Îro hevgirtin û yekitiya me dê bibe bingeha serkeftina li hember dewleta Tirk û çeteyên wê, misogerkirina ewlehiya herêmê weke demên berê, rizgarkirina herêmên dagirkirî. Ji ber wê jî divê em wekî sala 2015`an tev bigerin."

Siwar Rojdam jî anî ziman ku yekitiya pêkhateyên Til Temirê dê karibe her cûreyên êrişên li ser navçe û herêmê têk bibe û got: "Em bi yekitî û hevaltiya xwe bi hêz in. Dema çeteyan êrişî Til Temirê kir tevî ku hejmara me kêm bû jî, em bi saya şehîd û berdêlên ku şervanên me dane û bi hevgirtina xwe  bi ser ketin."

/ar/uploads/files/2022/02/23/060404_swar-rwjdm-28kbyr29.webp

Xabûr Ekad di dawiyê de bang li şêniyên navçeya Til Temirê kir ku bi gelê Til Temirê yên ji bo parastina navçeyê berdêl dan bifikirin û wan weke çavkaniya hêz, bawerî û rêya serkeftinê  bibînin.

(bx)

ANHA