​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk çiyayê Kurejaro bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kurejaro yê Şêladizê, bombebaran kir.

​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk çiyayê Kurejaro bombebaran kir
21 sibat, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, îro saet di 09:30’an de çiyayê Kurejaro yê li navçeya Şêladizê ya ser bi Dihokê, bombebaran kir.

Der barê ziyanan de heya niha ti agahiyek nehatiye bidestxistin.