​​​​​​​Desteya Perwerdeyê bi boneya Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek da

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek da.

​​​​​​​Desteya Perwerdeyê bi boneya Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek da
21 sibat, 2022   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

”Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevayî gelên cîhanê, bi taybetî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dike.

Ji bo parastin û bihêzkirina civakeke pirzimanî û pirçandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji ber ku ziman hîmê bingehîn ê hebûna civakan e û girîngiya bidestxistina zanist û heşînkirina kesayeta zarokan a civakî û çandî ye, Desteya Perwerdeyê pergala perwerdeya pirzimanî didomîne. Di heman demê de bang li rêxistinên navneteweyî dike ku li rêgezên xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin yekemîn ezmûn a pergala perwerdeya pirzimanî li Rojhilata Navîn.”