​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Zêbarî bi temamî red kir

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhialtê Sûriyê derdikevin, dûrxistina Hoşyar Zêbarî ji hilbijartinên serokatiyê û kar û barên Tunisê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Zêbarî bi temamî red kir
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Zêbarî bi temamî red kir
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Zêbarî bi temamî red kir
14 sibat, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

RÊVEBEREKE KURD: DI 2022`YAN DE 3 ASTENGÎ LI PEŞIYA RÊVEBERIYA XWESER HENE

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got, di sala 2022`yan de 3 astengî li pêşiya Rêveberiya Xweser hene. Li aliyekî din komîteyên girêdayê Rêveberiya Xweser, sazkirina hevpeymana civakî bi dawî kir ku mîna destûrê ye û kar û xebatên sazî û komîteyên rêveberiyên sivîl, Rojhilatê Firatê û hêzên leşkerî û saziyên wê yên ewlehiyê orgenîze dike.

Îlham Ehmed got: “Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî bi kontrolkirina girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê, serkeftineke mezin pêk anî. DAIŞ heye û hewldanên vejandina wê berdewam in.”

Her wiha Îlham destnîşan kir ku têkoşîna li dijî terorê û şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji girîngtirîn astengiyan e ku Rêveberiya Xweser di 2022`yan de pê re rû bi rû maye. Li rex wê jî êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.

Berpirsa Kurd Îlham Ehmed li ser girîngiya avêtina gavên cidî ber bi çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî mekanîzmeyên ku lêvegerên navneteweyî esas digirin, destnîşan kir, di sêrî de biryara 2254. Bi şêwazekê ku bi awayekî adil nûnertiya hemû sûriyan bike. Her wiha Îlham Ehmed diyar kir ku çareseriya siyasî û pêkanîna veguhastina demokratîk rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna elwehiyê, rêgirtina li pêşiya vejandina DAIŞ`ê ye.”

`DADGEHA FEDERAL A IRAQÊ NAMZETIYA ZÊBARÎ NIHA Û DI PÊŞEROJÊ DE BI TEMAMÎ RED KIR`

Der barê rojeva Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Dadgeha Federal a Iraqê, çarenûsa namzetiya Hoşyar Zêbarî diyar kir û namzetiya wî hem niha û hem di pêşerojê de red kir.

Li gorî aliyên siyasî yên iraqî, rewşa Mesûd Barzanî gelek dijwar e bi taybet ji ber ku biryara dadgehê ya dawî ye û êdî nayê guhertin.

Çavdêran diyar kir ku biryara Dadgeha Federal ne tenê rê li pêşiya hêviyên Zêbarî di serokatiya welêt de girt, lê belê rê li pêşiya PDK`ê û serokê wê Mesûd Barzanî ku hewl dide qada serweriya xwe ya li ser erkên payebilind ên ji kurdan re zêde bike jî, girt.

Çavdêran da xuyakirin ku serokê Şepêla El-Sadir, Muqteda El-Sadr ji piştgiriya Berhem Salih armanc dike ku YNK`ê tev li hevbendiya sêalî ya bi PDK û Hevbendiya Serdestiya Sunnî re bibe, da ku bloka wan di parlamentoyê de ya herî mezin be.”

` SEROKÊ TUNISÊ QEYS SEÎD DÊ GELEK BIRIYARA BIDE `

Girêdayî rewşa li Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Hemû aliyên Tunisê li benda encamên fermana serokatiyê ne ku meclisek ji bo şopandina kar û barên dadgeha edlî, rêveberî û malî li şûna meclisa bilind a dadgehê bê avakirin. Meclisa nû ku bi navê meclisa bilind a demkî ya dadgeriyê tê naskirin, rê nade ku xebateke komî ya orgenîzekirî bê kirin ku bibe sedema betalkirina kar û xebatên dadgehan.  

Tê payîn ku serokê yekemîn ê dadgehê bibe serokê meclisa bilind a demkî ya dadgeriyê û serokê yekemîn ê dadgeha îdarî û serokê dadgeha hesabxwestinê dê bibin cîgirên wî. Sazûmaniya nû ya meclisa demkî ji meclisa demkî ya dadgeha edlî, meclisa demkî ya dadgeha îdarî û meclisa demkî ya dadgeha malî pêk tê.

Li gorî çavdêran, dê di dema bê de, saziya dadgerî ji serweriya Ixwanan xilas bibe. Ev yek dê qanûnê aktîf bike ku sûcdarên sûcên teror, gendelî û bûyerên kuştinê ceza bike.

Li gorî çavkaniyên pêbawer, serokê Tunisê Qeys Seîd piştî çareserkirina dadgeriyê, dê di dema bê de gelek biryarên nû têkildarî girtina tedbîran ji bo rastkirina warên cuda yên stratejîk, bide.”

(şx)