Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê: Tecrîda li Îmraliyê girantir dibe

Endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Dilşa Osman destnîşan kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin, bandora wê ne tenê li ser Îmraliyê ye, di heman demê de bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike û got: "Siyasetên dewleta Tirk bi awayekî xeternak dûrî qanûn û mafan in."

Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê: Tecrîda li Îmraliyê girantir dibe
14 sibat, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN- MEDYA HENAN

Dewleta Tirk bi armanca tunekirina gelê Kurd û têkbirina hemû projeyên demokratîk ên li Rojhilata Navîn tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne, rê nade ku parêz û malbat wî bibînin. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de rêber Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axivî.  

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bang li Raportorê Taybet ê li dijî Êşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî kir ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê.

Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dikeve sala xwe ya 24'an. Tevî hemû bangewazî û însîyatîfên ji bo azadiya rêbertî, lê dewleta Tirk hîn jî qanûnên navneteweyî paşguh dike. Li ser vê yekê endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Dilşa Osman ji ajansa me re axivî.

Dilşa Osman di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zextên ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û wiha got: "Ji sala 1999'an ve tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan hate ferzkirin, lê ji sala 2015'an ve tecrîd derbasî qonaxeke nû û giran bû û bi demê re xirabtir dibe."

' TECRÎD NE QANÛNÎ YE'    

  
Dilşa Osman diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinê bi parêzer, malbat û saziyên navneteweyî re, ne qanûnî ye û hemû peymanên mafên mirovan û girtiyan bin pê dike. Her wiha diyar kir ku ev binpêkirin nepabendbûna dewleta Tirk bi qanûnên navneteweyî û qanûnên dadgeha Ewropayê re eşkere dike.

Dilşa Osman wiha dom kir: "Dewleta Tirk heta îro xeyal dike ku bi tecrîdkirina rêber Ocalan dikare berxwedana gelê Kurd bi dawî bike. Hedefgirtina rêber Ocalan tê wateya hedefgirtina tevahî gelê Kurd, hebûna wî bi hebûna rêbertî ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê em dibînin ku berdewamkirina dewleta Tirk siyaseta çewisandinê û ferzkirina cezayên displînê û tecrîdê, binpêkirinek e ku heta niha li tu girtîgehên cîhanê nehatiye kirin."

Dilşa Osman da zanîn ku tecrîda ku li Îmraliyê ya li ser rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, veguheriye tecrîdeke sîstematîk ku di şexsê rêbertî de vîna gelê Kurd ê ji bo azadiyê tê dikoşe, hemû gelên azadîxwaz dike hedef.

' TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ DIDOME Û GIRANTIR DIBE '   

Endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropa Dilşa Osman têkildarî siyasetên çewisandinê yên dewleta Tirk li ser rêber Ocalan dimeşîne, got tecrîda 23 salan bandor li hemû gelên Rojhilata Navîn jî kiriye û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji derfeta rêber Ocalan a ji bo vegerandina pêkhateyên wê ji bo herêma aştî, ewlehî û jiyana hevbeş sûd wernegirtiye, ev yek bûye sedem ku ew siyasetên xwe yên zordar bidomîne.              

Dilşa Osman da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li gorî berjewendiyên siyasî dewam dike û kûrtir dibe, qanûn û siyaset li dewleta Tirk bi hev ve girêdayî ne û diyar kir ku bi vî awayî rê li ber çareseriya demokratîk a doza Kurd û demokratîkbûna dewleta Tirk û tevahî herêmê digire.

' RÊBER OCALAN SÎSTEMEKE YEKBÛYÎ TEMSÎL DIKE ' 

Dilşa Osman got, rêber Ocalan ji bo piraniya gelan sîstemeke yekbûyî ya azadî û demokrasiyê temsîl dike.

Dilşa Osman bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û CPT rexne kir, ku li hemberî cezayên displînê yên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser rêber Abdullah Ocalan hatine meşandin, helwestên cidî negirtine .

Dilşa Osman bal kişand ser sîstema girtîgeha Îmraliyê û cudahiya di navbera wê û girtîgehên din ên li dewleta Tirk de, ji ber girêdana wê bi qanûnên Ewropayê ve û got: "Diviyabû ku di bin kontrola CPT de be. Tevî ku qanûnên  têkildarî dan û standinan bi girtiyan re hene, lê dewleta Tirk gelek caran ragihandiye ku ew biryarên Meclisa Wezîran a Ewropayê nas nake."

Dilşa Osman careke din CPT rexne kir, ji ber ku berpirsiyariyên xwe yên misogerkirina mafên girtiyan bi cih nîne û got: "Bi taybet di mijara rêber Ocalan de nabe ku wekî dozekê ji rêzê were destgirtin. Pirsgirêk diyar e, lê tu çareserî yan hewldanên çareseriyê jê re nayên dîtin, ji wê zêdetir bi bê xemî û ne cidiyet nêzî doza rêbertî dibin."

Dilşa Osman anî ziman ku nêzîkatiya Komîteya Ewropayê ya têkildarî doza rêber Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û diyar kir ku komîte xwe li aliyê dewleta Tirk digire û destê wê di komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî de heye.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê da xuyakirin ku însîyatîf û hemleyên ku li welatên Ewropa, gelek welatên Ereb û seranserî Kurdistanê bi armanca azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hatine destpêkirin, di çarçoveya giştî ya hewldanên gelên herêmê ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe ya bi nûnertiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan in.

Dilşa Osman ev hemle wekî nirxeke mezin bi nav kir ku di dawiyê de wê bibe sedema bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, her wiha dikare dewleta Tirk û hêzên piştgirê wê neçar bike ku dev ji dijminatiya Kurdan û rêberê wê berde û ber bi çareseriyeke siyasî ya li ser bingeha demokrasî û azadiya hemû kesî ve biçe.

' JI BO MISOGERKIRINA AZADIYA RÊBERTÎ DI ZÛTIRÎN DEM DE, DIVÊ XEBAT BÊ KIRIN '     

Dilşa Osman got hemû kes dizane ku rêber Abdullah Ocalan xwedî zihniyeteke civakî û demokratîk e ku ji bo avakirina sîstema demokratîk tê dikoşe.

Dilşa Osman di bawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û wiha got: "Ji vir xebatên bi hemû rê û rêbazan ji bo azadiya rêber Ocalan di zûtirîn dem de pêwîst in, ev yek berpirsiyariyeke mezin li ser milê civaka Kurdistanê û dostên kurdan bi pêşxistina çalakiyan li hemû parçeyên Kurdistanê û cîhanê yên bi pêşengiya jinan û pêşxistina çalakiyên demokratîk li hemberî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê."

(dx)

ANHA