Kurdistaniyên li Lubnanê komploya navneteweyî şermezar kir

Bi rasthatina 23’yemîn komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan, kurdistaniyên li Lubnanê çalakiyeke şermezarkirina komployê li dar xist û bang li civata navneteweyî kir ku rêber Ocalan berdin.

Kurdistaniyên li Lubnanê komploya navneteweyî şermezar kir
13 sibat, 2022   20:14
BEYRÛT

Bi sedan kurdistanî, endamên PYD, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komeleya Newroz a Çanda Civakî û Komeleya Jîn li paytexta Lubnanê Beyrûtê kom bûn û komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Ehmed Mihemed li ser nave kurdistaniyên li Lubnanê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi derbasbûna 23 salan di ser komploya navneteweyî ya li ser fîlozofê neteweya demokratîk rêber Abdullah Ocalan re em bi navê kurdistaniyên li Lubnanê vê komployê şermezar dikin û bang li NY’yê û cîhana azad dikin ku tev bigerin û rêber Abdullah Ocalan serbest berdin."

Her wiha bi navê Weqfa Newroz a Çanda Civakî ya li Lubnanê, endam Nesrîn Xidir daxuyaniyek xwend û wiha tê de hate gotin: "Em ê bi fikir û felsefeya rêber Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ew rêya rizgariya gelên bindest û azadiya wan e. Bêyî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ne pêkan e."

Li kêlek wê jî li ser navê Kongra Star a Lubnanê endam Arziye Ehmed daxuyanî xwend û wiha got: "Em ê çalakiyên xwe yên rewa û demokratîk li hember siyasetên faşîst ên rejîmên destpot û dîktator berdewam bikin û têkoşîna demokratîk heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin."

Piştre nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Lubnanê Ebduselam Ehmed axivî û wiha got: "em bi vê boneyê şehîdên xwe bi bîr tînin û komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ku di ser 23 sal derbas bûne şermezar dikin."

Dûvre li ser nave Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Lubnanê, endama bi navê Lava Bekir daxuyaniyek xwend û komplo şermezar kir, her wiha piştrast kir ku dê ciwan têkoşîna li ser fkir û felsefeya rêber Ocalan heta têkbirina komplo û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bilind bikin.

(fr)

ANHA