Şêniyên Amûdê şehîd Hogir oxir kir

Şervanê QSD'ê şehîd Hogir Amûdê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl hate oxirkirin.

Şêniyên Amûdê şehîd Hogir oxir kir
Şêniyên Amûdê şehîd Hogir oxir kir
Şêniyên Amûdê şehîd Hogir oxir kir
Şêniyên Amûdê şehîd Hogir oxir kir
Şêniyên Amûdê şehîd Hogir oxir kir
Şêniyên Amûdê şehîd Hogir oxir kir
Şêniyên Amûdê şehîd Hogir oxir kir
12 sibat, 2022   12:28
 QAMIŞLO

Ji bo şervanê QSD'ê Îbrahîm Seydo (Hogir Amûdê) ku di 7'ê Sibatê de di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Zirganê de şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl a li Amûdê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Seîd Ferso axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî re xwest. Ferso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tunekirina gelê Kurd êrişên xwe didomîne û got: “Dema dijmin êrişî xaka me dike; biçûk, mezin, leşker, sivîl, Kurd an jî pêkhateyên din dike hedef. Em ê li ser şopa şehîdên xwe van êrişan têk bibin.”

Emran Orkeş jî li ser navê Meclisa Leşkerî ya Amûdê axivî û diyar kir ku ew xwedî li şehîdên xwe derdikevin û got: "Em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe şerê xwe yê tolhildanê li ser şopa şehîdên xwe bidomînin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Hogir Amûdê hate xwendin û radestî birayê wî yê 10 salî Amar, hate kirin.

Piştî merasîmê, cenazeyê şehîd Hogir Amûdê bi diruşm û tilîliyan hate veşartin.

ANHA