Muhîb Salhe: Xwepêşandan encama zulma desthilata Şamê ye

Nivîskar û akademisyenê ji Siweydayê Muhîb Salhe da zanîn ku xwepêşandanên li Siweydayê nerihetiya her welatiyek sûrî ku di kontrola desthilata Şamê de dijî nîşan dide û got: "Dema destpot hatin ser desthilatê demokrasî li Sûriyê winda bû."

Muhîb Salhe: Xwepêşandan encama zulma desthilata Şamê ye
12 sibat, 2022   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev çend rojin li parêzgeha Siweyda ya Sûriyê xwepêşandanên gel ên mezin li dar dikevin û banga başbûna rewşa debarê û pêkanîna îstîqrara siyasî li welat dikin. Her wiha siyasetên ku hikumeta Şamê li ser gelê Sûriyê pêk tîne red dikin.

Têkildarî armancên xwepêşandêr û xwestekên wan û rewşa siyasî ku hewl didin li welat pêk were, nivîskar û akademisyenê ji Siweydayê Dr.Muhîb Salhe şeva berê beşdarî bernameya zindî ya ajansa me bû.

Dr. Muhîb Salhe diyar kir ku hikumeta Şamê bi biryarên bêserûber destekdayîna di aliyê sotemenî û madeyên xwarinê de ji hezaran sûriyan qut kir. Têkildarî vê yekê li Siweydayê xwepêşandan ji bo başbûna rewşa debarê û aborî hatin lidarxistin.

Salhe diyar kir ku welatiyan tevî destekdayînê jî nedikarîn debara xwe bikirina, lê mixabin hikumeta Şamê hîna bi ser wê de destekdayîn jî welatiyan qut kir. Debara jiyanê ligel bihabûnê pir zehmet e.

Salhe wiha domand: "Sedema xwepêşandanan di asta yekemîn de aborî ye. Lê belê rewşên ewlehî, xizmetguzarî û siyasî jî li Siweydayê xerab e. Her kes dizane ku çawa piştevaniya avakirina komên çekdar û milîsan hatin kirin ku di encamê de rewşeke xerab ya ewlehiyê çêbû."

‛ XWEPÊŞANDAN AŞTIYANE Û REWA NE’

Dr.Muhîb Salhe destnîşan kir ku mafên her welatiyekî/ê ye ku xwepêşandanên aştiyane li dar bixin û wiha pê de çû: "Bi nêrîna min xwepêşandanên li Siweydayê li dar dikevin rewa û mafdar in, ji ber ku ew aştiyane ne û diruşmên neteweyî berz dikin û banga mafên rewa yên gelê Sûriyê bi giştî dikin. Ji ber ên zirar ji siyaseta hikumetê dîtin, sûriyên di bin desthilata Şamê de ne."

Salhe îşaret pê kir ku di aliyên qanûnî û siyasî de ev xwepêşandan rewa ne û gel nêrîna xwe eşkere dike ku ji vê krîzê derkeve. Her wiha ev xwepêşandan nerihetiya her welatiyekî/e sûrî îfade dike.

`BI HATINA DESTHILAT, DESTPOTÎ Û NAVENDÎBÛNÊ RE DEMOKRASÎ JI HOLÊ RABÛ`

Salhe behsa rewşa Siweydayê, tunebûna madeyên aborî, endustirî û tûrîzmê kir û ev tişt got: "Ligel tunebûna van hêmanan mirov neçar dibe ku penaberî derveyî welat bibe. Ji ber projeyên aborî ji deh salan ve tune ne û rewşa aborî hilweşiyaye."

Salhe got di dirêjahiya salên dawî de welatiyên Siweydayî ji xwepêşandanên ku daxwaza azadî û demokrasî û hilbijartinên demokratîk dikin, qut nebûne. Ev diyardeyên mirovî; azadî û demokrasî û hwd gel di salên 50’yî de dema ku Sûriye demokratîk bû, ceribandine, lê dema desthilata li Sûriyê bû navendî, ew tişt nema.

Dr.Muhîb Salhe ev tişt anî ziman: "Xwesteka welatiyên Siweydayê guhertina ber bi demokrasî û aştiyê ve ye û beşeke mezin tundî û rakirina çekan red dikin. Anku ev xwepêşandan xwe dispêrin zihniyeta civakî ku bi rihekî neteweyî ya mezin tevdigerin."

Dr. Muhîb Salhe diyar kir ku hikumet berpirsa xerabbûna rewşa welat e û wiha domand: " Ji ber ku desthilat ji hîmên dewletê ye ku ji gel, erd û desthilatê pêk tê. Di rastiyê de divê desthilat xizmeta erd û gel bike, lê wê hemû gelê sûrî û daxwazên sûriyan paşguh kirine."

Salhe anî ziman ku ne mumkin e hikumet bi awayekî aktîf li xwepêşandêran guhdarî bike û wiha lê zêde kir: "Ji ber tecrûbeyên wê yên berê gelek in ku bersiva xwepêşandêran nade, ji ber ku lawaz e. Ev yek jî şaştiyeke siyasî, stratejî, fikirî û zihnî ya mezin e."

Dr. Muhîb Salhe da zanîn ku desthilata navendî li Sûriyê bi bin ketiye û nikare hevsengiyekê li Sûriyê çêbike.

ÇI VEBIJÊK JI BO RÊVEBIRINA SÛRIYEK PÊŞEROJÊ HEBE DIVÊ DI NÎQAŞÊN NAVBERA SÛRIYAN DE BE

Nivîskar û akademîsyen Muhîb Salhe derbarê pêşeroja Sûriya de diyar kir ku çi rêveberiya li Sûriyê di pêşerojê de çêbibe divê bi nîqaşên di navbera sûriyan de be û wiha got: "Divê sazkirinekê ji bo pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyê bibînin û ev sazkirin taybetmendiyên gelê Sûriyê yên pirrengî di ber çavan re derbas bikin û pergaleke siyasî û civakî ya guncaw ji sûriyan re misoger bikin."

(fr-eh)

ANHA