Melevan Resûl: Gelê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî neke wê têk biçe

Nivîskar Melevan Resûl diyar kir ku xweparastin bingeha parastina maf û destkeftiyan e, sekna li hemberî hemû xeteriyan e.

Melevan Resûl: Gelê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî neke wê têk biçe
12 sibat, 2022   02:33
QAMIŞLO- ÎSAM EBDULLAH

Nivîskarê Kurd Melevan  Resûl li ser girîngiya xweparastina li hemberî gef û xeteriyên li ser herêmê ji ANHA‘yê re axivî.

Melevan Resûl got: "Qonaxa ku Rojava tê re derbas dibe, beşeke ji qonaxa ku parçeyên Kurdistanê tê re derbas dibin e. Şoreşa 19‘ê Tîrmehê bûye milkê hemû pêkhate û gelê Sûriyê ye, ji ber vê yekê em dikarin bêjin ew şoreş şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji destpêka şoreşê ve qonaxa ku herêm tê re derbas dibe gelek mijar bi rêya rêxistin, avakirina aborî, çawaniya kar û tevlîbûnê di çalakiyên siyasî û parastina herêmê de, zelal kirin."

Melevan Resûl wiha dom kir: "Avakirina hêzeke li gorî şert û mercên herêmî û hundirîn di qonaxa niha de gelek girîng e, ji ber ku hemû gel xwe diparêze. Rojava nedihat naskirin, piştre wekî şoreşa gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate naskirin û di qada navneteweyî de gelê Kurd di warê rêxistinî, avakirin û parastina herêmê de pêşengtî kir."

Resûl îşaret pê kir ku hemû plan û siyasetên nijadperestî û şerê derûnî yên ku li ser herêmê hatin meşandin, bi saya berxwedana gelên herêmê û hêzên leşkerî, têk çûn û wiha pê de çû:"Hin welat hewl dan DAIŞ'ê li Hesekê ji nû ve zindî bikin, ji ber ku Hesekê xwedî cihekî stratejîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku herêmê kontrol bikin û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin."

Resûl anî ziman ku parastin erkeke ji her kesî tê xwestin û got: "Erka her kesekî ku cih û hebûna xwe biparêzin,  ji ber ku parastin erkeke ku ji gelan tê xwestin da ku li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ewlehî û parastina herêmên xwe misoger bikin. Parastin ne tenê erka hêzên leşkerî ye, ewlehiya navxweyî erkeke ku ji gel jî tê xistin, erka hêzan jî parastina sînor ji xeteriyên derve ye."

Melevan Resûl destnîşan kir ku hebûna gel li ser axa xwe û girêdana wê pê ve, pêwîstî bi parastina hebûna xwe û herêma xwe heye, eger gel tenê pişta xwe bi hêzên xwe yên leşkerî ve girêbide û piştgirî nedin wan, bêguman wê têk biçe.      

Her wiha bal kişand ser wê yekê ku gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê ya ji bo derxitina şer di navbera Kurd û Ereban de têk birin, bi taybet piştî ku xwîna wan li eniyên şer tevlihev bû.

Nivîskarê Kurd Melevan Resûl di dawiya axaftina xwe de got rejîma Şamê û komên çete yên ku xwe bi dewleta Tirk ve girê didin, tu çareserî ji gelê Sûriyê re nekirin û got: " Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku beşdarî merasîma oxirkirina şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bûne, soza şopandina rêya wan û parastina maf û destkeftiyên xwe nû kirin."

(dx)

ANHA